Ji Bakur heta Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyên gerîla dewam dikin

HPG'ê diyar kir ku li Îdirê di çalakiyeke gerîla de ya li ser qereqola Korxanê 2 dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li herêma Serhedê;

27'ê Mijdarê saet di 18:00 de li hemberî qereqola Korxanê ya Îdirê bi rêbaza sûîqestê ji du baskan ve çalakî hate kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

28'ê Mijdarê saet di 06:30, 07:00 û 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

28'ê Mijdarê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li kamerayeke mobesse hate xistin û hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

28'ê Mijdarê saet di 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan. Piştî destwerdanê helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Li herêma Heftanînê;

27'ê Mijdarê saet di 11:00 de li Qada Şehîd Kendal bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, çeperek hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

27 û 28'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê ya herêma Metînayê çeperên şer 5 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

28 û 29'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê çeperên şer 8 caran bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

27, 28 û 29'ê Mijdarê li herêma Garê qada Girê Reşîd 2 caran, li herêma Heftanînê qada Gundê Şîlanê 2 caran, li herêma Metînayê qada Gundê Şêlazê 2 caran, li herêma Xakurkê qadên Sinînê û Şehîd Şerîf 6 caran bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

28'ê Mijdarê herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."