Ji Bachelet daxuyaniya yekemîn:Biryaran ezê bigirim
Ji Bachelet daxuyaniya yekemîn:Biryaran ezê bigirim
Ji Bachelet daxuyaniya yekemîn:Biryaran ezê bigirim
Li Şîliyê roja yekşemê hilbijartinên serokomariyê hat kirin û Mîchelle Bachelet hat hilbijartin û di yekemîn civîna çapemeniyê de got ‘Ezê biryaran bigirim.’
Bachelet ji sosyalîstan, xiristiyanên demokrat, komunîstan û aliyên cuda yên siyasî piştgirî girt û hat hilbijartin. Bachelet di yekemîn civîna çapemeniyê de balkişand ser rola partiyên ku dê di koalîsyonê de cih bigire.
Bachele ji sedî 62.1 deng girt û rakîbê xwe Evelyn Mattheî li pişt xwe hişt. Bachelet da zanîn ku di hikûmeta koalîsyonê de dê sosyalîst, xiristiyanên demokratîk û komunîst hene. Bachelet anî ziman ku ji ber ku nêrînên wan yên siyasî ji hev cudane dê di hemû mijran de zehmetiyan bikişînin got dê ‘biryaran ew bide.
Tê payîn ku sibê lîderên partiyên siyasî bi Bachelet re bên cem hev. Bachelet got wan piştîgirî dan min û ev jî tê wateya ku divê li dijî biryarên min rêzdar bin.
Tê payîn ku di dawiya meha çile de hikûmet bê aşkerakirin.