Ji artêşa Tirk tevgera leşkerî
Ji artêşa Tirk tevgera leşkerî
Ji artêşa Tirk tevgera leşkerî
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk di nava tevgereke leşkerî ya mezin de ye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê diyar kir ku artêşa Tirk di nava tevgereke mezin a hewayî û bejayî de ye. HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk li qada Basya ketiye nava hewldanên xweberdana nava qadên gerîla û wiha berdewam kir: “ Di 9’ê Kanûnê de saet di 07.00’an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li mintikaya Basya li qada Girê Sor leşkerên artêşa Tirk û cervedan hewl dane bikeve qadê. Gerîlayan ev hewldana wan ferq kirine û bersiv dane. Li ser vê yekê cerdevan û leşker vekişiyane.”
LI OMERYA KEMÎN
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku artêşa Tirk kemînan datîne û wiha pê de çû: “Ev du roj e herêma Omerya ya Mêrdînê heta gundê Serêkaniyê ya Nisêbînê, ji gundê Cîlbigirawê, Talatê û Herbê artêşa Tirk bi piştgiriya wesayîtên zirxî kemîn daniye. Tevgera artêşa Tirk a vê herêmê didome.
LI QENDÎLÊ TEVGERA BALAFIRÊN ŞER
HPG’ê der barê tevgera hewayî de got: “Di 9’ê Kanûnê de saet di navbera 20.45 û 21.10’an de balafirên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medya li herêma Qendîlê firiyane.
Di 10’ê Kanûnê de jî saet di navbera 24.00 û 04.00’an de li ser herêma Zapê balafirên şer ên artêşa Tirk keşf kirine.”