Ji artêşa tirk di hefteyê de 300 serbazî îstîfa kir

Ji artêşa tirk di hefteyê de 300 serbazî îstîfa kir

Ji artêşa tirk di demên dawî de 300 serbazî îstîfa kir.  Hate hînbûn ku beriya ‘tayîna şarkê’ ya serbazan a bo Kurdistanê, gelek serbazan daxwaza teqawîtbûna xwe kir.

Serbaz û berbazên ku di meha gulanê de cihê wan yên nû ên peywirê diyar dibe, dema hînbûn ku dê li Kurdistanê peywirê bikin ji bo teqawîtbûnê daxwazname dan. Hinek serbaz û berbazan jî îstîfa kir.  Cihên peywirên nû yên ku dihat payîn îna hefteya borî bê diyar kirin, ji ber van sedema taloqî duşemê kirin.  Ji bre daxwaznameyên îstîfa û teqawîtbûnê peywirdarkirin dê ji nûve bê kirin.

Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz diyari kir ku di navbera 1’ê Çileyê 2005 û 7’ê Adara 2013’an de ji artêşa tirk bi daxwazên xwe nêzî 44 hezar û 945 kes îstîfa kirine.