Ji Alîna şeş salî ji bo Rojava alîkariya biwate

Ji Alîna şeş salî ji bo Rojava alîkariya biwate

Piştgiriya ji bo Rojvayê Kurdistanê zêde dibe. Lê hin piştgirî bi wate ne. Weke ya Alîna şeş salî. Keça Kurd Alîn a şeş salî pereyên ku çend mehên dawî di qumbereya xwe de berhev kirin ji bo zarokên Rojavayê Kurdistanê şandin.

Keça Kurd Alîn pereyên ku malbata wê ji bo xerckirinê di demên cuda de dabûnê di qumbereyê de berhev kirin. Alîn pêr çû serdana Ronahî TV û 131 Euro û 37 sentên berhev kiribûn ji bo alîkariya zarokên Rojavayê Kurdistanê ku di bin dorpêça çeteyan û ambargoyê de ye pêşkêşî rayedarên televîzyonê kir û xwest ku alîkariya wê bigihînin zarokên Rojava. Alîna şeş salî ji Bakûrê Kurdistanê ye, li Belçîkayê dijî, tevî zimanê Fransî, du zarayên zimanê Kurdî  Kurmancî û Dimilî pir baş dizane û diaxive.