Ji Akademîsyenan bo hikûmetê bang: Demildest pêngavê bavêje!
Ji Akademîsyenan bo hikûmetê bang: Demildest pêngavê bavêje!
Ji Akademîsyenan bo hikûmetê bang: Demildest pêngavê bavêje!
Akademîsyenan beriya 1’ê Îlonê îmze avêtin bangek hevpar û diyar kirin ku ew ji pêşveçûna pêvajoya çareseriyê bi fikarin û bang li hikûmetê hat kirin ku divê demildest pêvajoya pêngav avêtinê bê zelalkirin. Akademîsyonen daxwazên xwe yên ji 5 xalan pêk dihat aşkera kirin.
Di nava wan ku Baskin Oran,Gençay Gursoy, Melek Gorengenglî, Ferhat Kentel, Nazan Ustundag, Selîm Temo, Ayşe Berkman, Nukhet Sîrman, Zafer Yoruk, Ayşe Erzan, Onur Hamzaoglu, Yasemîn Înceoglu jî hebû ji 100’î zêdetir akademîsyenî bangek weşandin û bang li hikûmetê kirin.
Akademîsyenen balkişand ser daxuyaniyên aliyên kurd yên der barê meşandina pêvajoyê ya yekalî de û got divê demildest hikûmet pêngavê bavêje û li gorî standartên navnetewî pêvajoyê bimeşîne.
Akademîsyenan daxwaz kir ku perwerdehiya ziman, rakirina benda hilbijartinê divê pêk bên.
Metna îmzeyê ya akademîsyenan wiha ye:
“Di vê meha dawî de aktorên kurd dibêjin pêvajo yek alî dimeşe û di her firsetê de raya giştî di mijara ku dê pêvajo raweste de hişyar dike. Hikûmet di vê mijarê de tiştekî nabêje. Hemû geşedanên pêvajoyê ji aliyê berpirsên KCK’ê û parlamenterên BDP’ê ve tên parvekirin û ev jî pêvajoyê wekê ku tê xwestin bi rêve nabe. Di van parvekirinên aliyên kurd de jî tê diyar kirin ku bendewariyên dipan pêk nehatiye û ger ev wisa dibome dê Abdullah Ocalan ji pêvajoyê vekişe.
Em kesên ku li jêr îmzeyên me hene, ji ber pêşveçûna pêvajoyê bifikarin,em bang li hikûmeta AKP’ê û meclisê dikin ku demildest pêngavan bavêjin û pêvajoyê li gorî standartên navnetewî bi rêve bibe.
Li gorî lêkolînên akademîk, di cîhanê de pêvajoyê aştiyê yên pêk hatine nîvê wan di 5 salên destpêkê de xerabûne. Sedam vê jî eve ku sozên ku dewlet dide nayne cih. Dîsa lêkolînan nîşan deye ku dîsa pevçûn rû didin, dijminahî tê kirin, huzur û aştiya civakê zehmet dibe. Li Rojhilata Navîn di vî serê 30 salî de nêzî 50.000 welatiyên me jiyana xwe wenda kirine. Di pêvajoyê de luksa Tirkiyeyê ya cerebandinê nîne. Ji ber vê divê di cerebandinên cîhanê de ders bên derxistin û li gorî standartên gerdunî pêngavên mayînde bavêje.
Pispor diyar dikin ku, ji bo pêvajoyê aştiyê bi ser bikevin, divê pêvajo zelal bin, aktorên civakî û siyasî bi awayekî wekhev tevli bibin û mekanîzma bên pêşxistin, pêngavên qanûnî bên avêtin, binpêkirinên mafan yên berê pêk hatine derkexinin holê û bidarizînin, mexduriyeta sivîlan ji holê bê rakirin û sererastkirin bênkirin.
Li gorî me kesên îmzeyên xwe avêtine, hêj ku hikûmetê zêde dem wenda nekiriye, bila vê pêngavê bavêje û em bang li hikûmetê dikin ku di mijara înşakirina aştiya civakê de bi hestiyar tevbigerin:
-Raporên Heyeta Aqilmendan û Komîsyona Çareseriyê bi rayagiştî re bê parvekirin,
-Pêvajoya çareseriyê bê zelalkirin û salnameya aştiyê bê derxistin,
-Di mijara daxwazên sereke yên demokratîk yên wekê perwerdehiya zimanê dayikê, rakirina benda hilbijartinê an jî xistina wê de, pêngavên qanûnî bên avêtin,
- Li gorî standartên navnetewî ji bo der barê xebatên pêvajoyê yên cur bi cur bên meşandin divê komîsyona Heqîqetê, Komîsyona Wekhevî ya Zayendê, Komîsyona Tazmînatê ya Aborî û Civakê, Komîsyona Reforma Ewlehiyê û yên din bê avakirin,
-Di vê saziyên sivîl û serbixwe yê bi aliyan re hevdîtinê bike û pêvajoyê bişopîne bê avakirin.
Yên îmze avêtinê,
Prof. Abbas Valî, Ar. Gor. Adem Çelîk, Doç. Alî Kerem Saysel, Yrd. Doç. Aren Kurtgozu, Doç. Ayfer Bartu Candan, Prof. Ayşe Berkman, Prof. Ayşe Erzan, Dr. Ayşe Esmeray Yogun, Ogr. Gor. Ayşegul Kanbak, Doç. Ayşen Candaş, Doç. Ayşen Uysal, Doç. Ayten Alkan, Yrd. Doç. Bariş Buyukokutan, Dr. Barzoo Elîasî, Prof. Baskin Oran, Yrd. Doç. Bedîrhan Dehmen, Yrd. Doç. Bedîz Yilmaz, Doç. Begum Ozkaynak, Ar. Gor. Berrak Karahoda, Doç. Besîme Şen, Prof. Betul Tanbay, Doç. Bîray Kolluoglu, Ogr. Gor. Bîrîz Berksoy, Yrd. Doç. Burcu Yakut-Çakar, Doç. Bulent Duru, Yrd. Doç. Bulent Kuçuk, Yrd. Doç. Ceren Ozselçuk, Dr. Çetîn Çelîkel, Yrd. Doç. Çîgdem Yazici, Ogr. Gor. Defne Tuzun, Doç. Denîz Yukseker, Yrd. Doç. Dîdem Kiliçkiran, Yrd. Doç. Dîlek Huzeyînzadegan, Doç. Ece Algan, Yrd. Doç. Elçîn Aktoprak, Yrd. Doç. Elîf Babul, Yrd. Doç. Elîf Unlu, Elvan Aksen, Yrd. Doç. Erdem Yoruk, Prof. Ercan Alp, Ar. Gor. Eren Can, Dr. Erhan Yalçindag, Yrd. Doç. Erol Koroglu, Yrd. Doç. Esra Mungan, Yrd. Doç. Fahrîye Dînçer, Prof. Ferhunde Ozbay, Prof. Ferhat Kentel, Doç. Ferdan Ergut, Yrd. Doç. Feryal Saygiligîl, Ar. Gor.Firat Bozçali, Prof. Fîkret Adaman, Fîkret Uyar, Prof. Fuat Guzel, Doç. Funda Şenol Cantek, Prof. Gencay Gursoy, Yrd. Doç. Guçlu Ateşoglu, Yrd. Doç. Gul Koksal, Yrd. Doç. Guven Gurkan-Oztan, Prof. Hacer Ansal, Hanîfî Bariş, Yrd. Doç. Hasan Tekguç, Yrd. Doç. Hîşyar Ozsoy, Prof. Işil Unal, Yrd. Doç. Îclal Ayşe Kuçukkirca, Prof. Îlhan Ozguneş, Prof.İrfan Açikgoz, Yrd. Doç. Julîde Karakoç, Prof. Kadîr Erdîn, Yrd. Doç. Kivanç Ersoy, Prof. Kuban Altinel, Prof. Leyla Neyzî, Yrd. Doç. Mehmet Rauf Kesîcî, Ogr. Gor. Mehmet Şerîf Derînce, Prof. Melek Goregenlî, Doç. Melîh Kirlidag, Doç. Melîs Behlîl, Prof. Meltem Ahiska, Doç. Meltem Toksoz, Prof. Mîne Eder, Yrd. Doç.Murat Koyuncu, Yrd. Doç. Murat Paker, Yrd. Doç. Murat Yilmaz, Yrd. Doç. Murat Yuksel, Prof. Neşe Ozgen, Yrd. Doç. Nazan Ustundag,Prof. Neşe Ozgen, Dr. Nîl Mutluer, Yrd. Doç. Nîlay Ozok-Gundogan, Prof. Nîlgun Toker, Yrd. Doç. Noemî Levy-Aksu, Doç. Nurî Ersoy, Prof. Nuket Esen, Prof. Nukhet Sîrman, Yrd. Doç. Oguz Sînemîllîoglu,Prof. Onur Hamzaoglu, Ar. Gor. Onur Gunay, Dr. Osman Aytar, Dr. Osman Cen, Ar. Gor. Ozan Deger, Prof. Oget Oktem Tanor, Ar. Gor. Ozgur Bal, Yrd. Doç. Ozlem Beyarslan, Doç. Ozlem Ozkan, Prof. Ridvan Şeşen, Ar. Gor. Safîye Ateş Durç, Yrd. Doç. Salîh Can Açiksoz, Prof. Samîm Akgonul, Ogr. Gor. Sarp Balci, Ogr. Gor. Savaş Ergul, Doç.Seçkîn Ozsoy, Yrd. Doç. Seda Altug, Doç. Sefa Feza Arslan,Yrd. Doç. Selîm Temo, Prof. Sema Erder, Prof. Semîh Bîlgen, Dr. Sezaî Temellî, Prof. Semra Somersan,Prof. Şemsa Ozar, Prof. Tahsîn Yeşîldere, Yrd. Doç. Tuna Kuyucu, Yrd. Doç. Ugur Kara, Doç.Ulaş Bayraktar, Doç.Ulku Guney, Doç.Veysel Tolan, Yrd. Doç. Volkan Çidam, Prof.Velî Denîz, Dr.Welat Zeydanoglu, Doç.Yahya Madra, Prof. Yasemîn İnceoglu, Doç.Yasemîn Ozgun, Doç.Yucel Demîrer, Doç.Zafer Yenal, Yrd. Doç. Zafer Yoruk, Prof. Zelal Ekîncî, Yrd. Doç. Zeynep Gonen, Yrd. Doç. Zeynep Kadîrbeyoglu, Yrd. Doç. Zeynep Korkman, Yrd. Doç. Zeynep Uysal.