Ji AK-EL’ê ji bo Kobaniyan 800 sobeyên ceyranê
Ji AK-EL’ê ji bo Kobaniyan 800 sobeyên ceyranê
Ji AK-EL’ê ji bo Kobaniyan 800 sobeyên ceyranê
Weqfa AK-EL wesayîteke TIR’ê tijî tiştên alîkariyê ji bo gelê Kobanê yê ku ji ber çeteyên DAIŞ’ê koçber bûne, şand. Endama Desteya Rêveberiya AK-EL Leyla Han Tuzel û komîsyonek ji endamên jin pêk dihat alîkariya ku anîbûn radestî Hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekmez kirin.
Alîkariyên ji çar parçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê tên Pirsûsê berdewam dikin. Piştî hatina şert û mercên dijwar ên zivistanê pêwîstiyên mirovan zêdetir dibin. Weqfa AK-EL 800 sobeyên ceyranê û 30 koliyên cil û bergên zivistanê û pêlîstok anîn.
‘EM Ê TIŞTA JI DESTÊ ME TÊ BIKIN’
Endama Rêveberiya AK-EL’ê diyar kir ku li Tirkiyeyê di nava gel de hestyariyek girîng li dijî êrîşên DAIŞ’ê û ji bo Kobanê pêş ketiye û got: “Mirov jî bi qasî ku me hêvî nedikir tevlî kampanyaya me bûn. Li Kobanê mirov ne tenê axa xwe diparêzin. Li dijî keriyên kujeran nirxên mirovahiyê diparêzin û têkoşîneke bi rûmet dimeşînin. Em ê jî ji rojava ji bo alîkariya ji bo Kobanê tişta ji destê me tê bikin.”
DESTEKEK BI WATE YE
Hevşaredara Pirsûsê Zûhal Ekmez got: “Derfetên şaredariya me kêm in. Em hewl didin ku destek û alîkariyê bidin Kobaniyên ji ber şer û mirinê reviyan û hatine. Gelek kes ji dil û can bi dilxwazî dixebitin. Ji ber vê jî ev desteka we ji bo me gelek bi wate ye.”