Ji ACTI ji bo Kobanê greva birçîbûnê
Ji ACTI ji bo Kobanê greva birçîbûnê
Ji ACTI ji bo Kobanê greva birçîbûnê
Şoreşgerên Tirkiyeyî li bajarê Fransa Nancy, ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê protesto bikin, ev 6 roj in di greva birçîbûnê de ne. Çalakgeran bang li raya giştî ya cîhanê kirin ku bi berpirsyarî tevbigere.
Endamên Komeleya Kedkarên Koçber (ACTI) ya li bajarê Fransa Nancy dixebite, bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê û destekkirina berxwedana Kobanê ev 6 roj in di greva birçîbûnê de ne. Greva birçîbûnê ya Çarşema bihurî li avahiya ACTI destpê kir, ji aliyê koma duyemîn ve dewir hat girtin. Li gel posterê yek ji lîderên şoreşa Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya, pankarta bi zimanên Fransî ya "Serketin wê ya gelê Kobanê be" li cihê çalakiyê hat daliqandin. Çalakî ji Halkin Bîrlîgî û MLKP'ê jî piştgirî dît. Di daxuyaniya li ser navê çalakgeran de hat gotin, "Li Kobanê ne pelên daran, mirov tên kuştin. Bêdengiya li pêşberî cihekî lê mirov tên kuştin, hevkariya li wî sûcî ye. Em bang li her kesî dikin ku li dijî paşverûtiya DAIŞ'ê berpirsyariya xwe ya însanî bicih bînin."
Çalakgeran berxwedana li Kobanê silav kirin û destnîşan kirin ku greva wan wê bi beşdariyên nû dewam dike.