Ji Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê çalakiyên 14'ê Tîrmehê

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê Berxwedana 14'ê Tîrmehê silav kir û ragihand ku li Stenbolê li dijî faşîstan çalakî kirine.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi wesîleya salvegera 14'ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin çalakî li dar xist.

Însiyatîfê têkildarî çalakiyan ev agahî parve kir.

"12'ê Tîrmehê li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê 4 wesayitên çeteyên AKP-MHP'ê yên faşîst ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

12'ê Tîrmehê li Beylîkduzu ya Stenbolê 3 wesayitên hevkaran ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

11'ê Tîrmehê li Bakirkoy a Stenbolê 2 wesayitên çeteyên AKP-MHP'ê hatin şewitandin.

Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hate lidarxistin."