Ji 7 heta 70 salî silav ji YPG'ê re hat şandin
Ji 7 heta 70 salî silav ji YPG'ê re hat şandin
Ji 7 heta 70 salî silav ji YPG'ê re hat şandin
Li gundên Mehser û Miseynterê, ji 7 heta 70 salî bi sedan kesî zincîra ji mirovan ava kirin û gotin, "Bijî Berxwedana Kobanê".
Bi armanca destekkirina berxwedana YPG/YPJ'ê ya ket roja 63., li gundên Mehser û Miseynter ên Pirsûsê çalakiya zincîra ji mirovan dewam dike. Li gundê Miseynterê, hejmareke zêde ji nobedarên li ser sînor berê xwe dan Kobanê, bi destê hev girtin û dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG/YPJ/Kobanê", "Şehîd Namirin", "Bê Serok jiyan anbe" û "Bijî Serok Apo" qîriyan. Li gundê Mehserê jî, ji 7 heta 70 salî bi sedan welatiyan berê xwe dan Kobanê û heman dirûşme qîriyan. Di heman demê de tespîtên endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan ên li ser berxwedana Kobanê, hat guhdarîkirin.
Li her du gundan, di bin baranê de bi gotina sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyek rêz hat girtin û silav li berxwedêrên Kobanê hat kirin.