Ji 18 rêxistinên Swêdê ji bo roja Kobanê banga tevlîbûnê

18 rêxistinên Swêdê banga tevlîbûnê ji bo çalakiyên 1’ê Mijdar Roja Kobanê kirin.

18 rêxistin û partiyên ku di nava wan de Partiya Karkerên Demokratên Sosyal ku hevkarê mezin ê hikûmetê ye, Federasyona Navenda Sendikayên Swêdê (SAC), Partiya Çep û Rast yê Ciwanan heyî ji bo piştgirîdayîna Şoreşa Rojava banga tevlîbûnê ji bo xwepêşandana 1’ê Mijdar roja Kobanê ya li Stockholmê kirin.

Navên sazî û komeleyên ku piştgirî didin çalakiyê wiha ne: “Federasyona Hertişt a Herkesê, Xwendevanên Marsîst, Komîteyên Rojava, Projeya Kurdistana Navnetewî ya Rêxistina Ciwanên Demokrat ên Sosyal, Boruya Rojava ya Swêdê, Nûnertiya PYD’ê ya Swêdê, Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê, Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Swêdê, Yekîtiya Jinên Sara, Komeleya Ciwanên Zagros, Komeleya Piştgiriya Kurdistanê û Kongreay Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)”

Çalakiya li Stockholê wê roja Çarşemê 1’ê Mijdar seat 18:00’an de li Norra Bantogret a li pêşiya avahiya Konfederasyona Sendikaya Karkerên Swêdê destpê bike.

Li aliyê din çalakiya kon a Kurdistaniyan ya bi armanca piştgirîdayîna Şoreşa Rojava ya duh li pêşiya parlamentoyê didme. Li ser çadirê nîvîsa bi zimanê Îngilizî ‘Bijî Şoreşa Rojava’, û alên YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate danîn. Her wiha ji gelê derdor re jî têkildarî berxwedana Kobanê û bûyerên li Rojava de jî bi awayê nivîskî û devokî jî agahî tê dayîn.