Ji 13 welatan wê 70 kes ji bo Ocalan bimeşin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê ji 13 welatan 70 kes ji Luksembûrgê heta Strasboûrgê bimeşin. Ev meşa dirêj wê di 1'ê Sibatê de dest pê bike û heta 11'ê Sibatê bidome.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê ji 13 welatan 70 kes ji Luksembûrgê heta Strasboûrgê bimeşin. Ev meşa dirêj wê di 1'ê Sibatê de dest pê bike û heta 11'ê Sibatê bidome.
Meşa dirêj bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" tê lidarxistin. Meş wê roja 1'ê Sibatê li ber Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê bike û 10 rojan dewam bike.
Ji 13 welatan, wê 70 kes tevlî vê meşê bibin. Hunermend Sarah Maûrîaûcoûrt ji Fransayê, doktor Danîel Maraz ji Arjantînê, dîroknas Joaqûîn Martînez ji Spanyayê, Nûnerê Platforma Azadî ya Rojava Roc Perîs ji Katalonyayê, aktîvîst Sûsana Îsabel û Macedo Gomes ji Portekîzê û Jûlîa Îglesîas a ji Komeleya Piştgiriya Kurd-Bask a Newrozê ji Spanyayê, wê di nava meşvanan de amade bin. Tevî dostên Kurdan wê nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê jî beşdarî meşê bibin.
Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Adem Ûzûn li ser meşê ji ANF'ê re axivî û got, "Di dîroka siyasî ya Kurdan de cara yekemî de tiştekî bi vî rengî dibe. Ji her devera cîhanê mirov wê ji bo Rêber Apo bimeşin."
'PARTIYA SOSYALÎST A FRANSAYÊ PIŞTGIRIYÊ DIDE'
Ûzûn diyar kir, amadekariyên meşê qediyane û got, "Meşvanên ji gelek welatên cîhanê hatine, gihîştine Bruksel, Elmanya û Strasboûrgê. Ev meş wê bibe mesajeke navneteweyî. Wê mesajekê bide Konseya Ewropayê, CPT û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bê çima li gorî pîvanên xwe tevnagerin û çima li ber tecrîdê ranabin. Di heman demê de li dijî nêzîkatiyên dij bi hiqûqê yên dewleta Tirk bibe mesajek. Di dema meşê de wê bi gelek saziyên civakî yên sivîl, bi taybetî bi şaredariyan re hevdîtin werin kirin. Ji xwe Partiay Sosyalîst a li Fransayê desthilatdar e da xuyakirin, ku ew piştgiriyê dide meşê. Şaredariya Metzê jî wê di 3'ê Sibatê de tevî meşvanan, li ser Rojava û armanca meşê konferansekê lidar bixe."
CIWAN WÊ JI ELMANYAYÊ BIMEŞIN STRASBOÛRGÊ
Ji bilî Meşa Enternasyalîst a ji Luksembûrgê dest pê bike, wê 300 ciwanên Kurd jî roja 5'ê Sibatê ji Elmanyayê bimeşin heta Strasboûrgê. Wekî din wê li gelek welatên Ewropayê jî Kurd û dostên wan wê 3 rojan bimeşin.
BI HEZARAN KES WÊ LI MÎLANO BIMEŞIN
Li gorî agahiyên ji aliyê Adem Ûzûn ve hatin dayîn, li bajarê Mîlano yê Îtalyayê wê roja 11'ê Sibatê bi beşdariya bi hezaran Kurd û dostên wan, meşek bê lidarxistin. Ûzûn got, "Ev meş cara duyemîn e li Îtalyayê tê lidarxistin. Beriya niha li Romayê bi tevlîbûna 10 hezar Kurd û dostên wan meşek hatibû lidarxistin. Vê carê jî wê li Mîlanoyê meşek bi heman rengî bê lidarxistin. Li vir jî wê tecrîda li ser Rêber Apo bê şermezarkirin."