Ivana Hoffmann li Duisburgê hate bîranîn

Li bajarê Duisburgê, Ivana Hoffmann, Coşkûn Înce û lîderê karker ê komunîst Suleyeman Yeter ê sala 1999'an bi êşkenceyê hate kuştin, hatin bîranîn.

Şervana enternasyonalîst Ivana Hoffmann ku 7'ê Adara 2015'an li Til Temirê di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bû, Coşkûn Înce û lîderê karker ê komunîst Suleyman Yeter ê sala 1999'an bi êşkenceyê hate kuştin, li bajarê Duisburg ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Di beşa yekemîn a bîranînê de ku bi banga MLKP/KGO pêk hat, li ber gora Ivana Hoffmann deqeyek rê hate girtin. Bi navê ciwanên komunîst daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin, di vê demê de ku DAÎŞ têk diçe, banga Ivanayan a ji bo parastina şoreşê bi cih tê.

Di beşa duyemîn a bîranînê de, dîmenê çalakiyên ciwanên komunîst ên Swîsreyî yên ji bo Ivana li dar xistin, hatin nîşandan û helbest hatin xwendin.

Di merasîma bîranînê de bi navê KGO û MLKP'ê axaftin hatin kirin û peyam hatin dayin. Qisekeran gotin, "Çawa ku Ivanayan dawî li bêdengiyê anîn, Leyla Guven û hevrêyên wê jî bi gavên xwe yên bi rûmet tevlî têkoşînê bûne."

Her wiha hate ragihandin ku divê ew dengê berxwedêrên grevên birçîbûnê yên li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê li kolanan bidin bihîstin.

Merasîma bîranînê bi xwendina helbest û sirûdan bi dawî bû.