Îşkencexaneya polîsan a li taxa Elewiyan niha Mala Cem e!

Qereqola Polîsan a Guzeltepe, ku bi hinceta têrker nîne di destpêkê de hat valakirin, ji aliyê Komeleya Evrensel Alevî Beştaşî ya serokatiya wê rêveberê AKP'yî dike ve, veguherî Mala Cem a Hz. Huseyîn.

Qereqola Polîsan a Guzeltepe ya di dema berxwedaan TARÎŞ a Çîglî ya Îzmîrê de hat avakirin, bi hinceta têrker nîne di destpêkê de hat valakirin, dûre ji aliyê Komeleya Evrensel Alevî Beştaşî ya serokatiya wê rêveberê AKP'yî dike ve, veguherî Mala Cem a Hz. Huseyîn. Şêniyên taxê nerazîbûn nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku ev yek ji bo derxistina provokasyonê hatiye kirin. Şêniyan destnîşan kirin ku ev veguherîn nîne û beriya niha xwestine ev avahiya îşkencexaneyê were hilweşandin.

Ji rûspiyên Elewiyan parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan û Rêveberê Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Îzmîrê (ÎDAD) Ersîn Ozgur mijar ji ANF'ê re nirxandin.

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan da xuyakrin ku li gorî baweriya Elewiyan Malên Cem divê ji aliyê gel bi xwe ve were avakirin û got, "Li cihekî weke qereqolê hat bikaranîn, şoreşger lê rastî îşkenceyê hatin, nabe ku em weke navendeke bawerî û hîndekariyê qebûl bikin. Em ê wê derê bi ti awayî bi kar nînin, em naxwazin gelê me jî bi kar bîne. Eger pêwîstî pê hebe em ê wê derê hilweşînin û bi xwe ji nû ve çêbikin. Maleke Cem a bi derfetên gel hatibe çêkirin, hingî were perestegehekê tê qebûlkirin." Dogan ragihand ku ew ê bi Waliyê Îzmîrê re hevdîtinê bike û diyar kir ku ew ê hewl bide pirsgirêkê li gorî gel çareser bike.

'QEREQOLEKE BI ÎŞKENCE, BINÇAVKIRINÊN NEHEQ Û ZEXTAN TÊ BIBÎR ANÎN'

Rêveberê Î-DAD'ê Ersîn Ozgul jî bibîr xist ku piştî Elewî li taxê bi cih bûn dewletê dest bi çêkirina qereqolê kir û got, "Ev qereqol bi îşkenceyan, bi binpêkirina rûmeta mirovahiyê, bi binçavkirinên neheq û bi zextên li şoreşgeran tê bîranîn. Niha din navê kesekî Elewî yê weke 'kewê neyarê qewmê' ku nêzî AKP'ê ye, weke mînaka hespê Trûva hewl dide bi vî rengî bikevin nava vê taxa ku ti carî nekarîbû bikevinê. Û weke karê destpêkê jî navê Hz. Huseyîn ê ji bo Elewiyan nîşaneya berxwedan û serhildanê ye li Mala Cem kir û kûrsa Kûranê ya perwerdeya qaşo Elewiyan vekir."

"AKP HEWL DIDE BI 'BI HESPÊN TRÛVA YÊN ELEWÎ' BIKEVE NAVA GUZELTEPE'

Ozgul anî ziman ku Mala Cem di navbera AKP û CHP'ê de veguheriye mijara rantê û got, "AKP a ku Mala Cem weke mala cumbuşê dibîne û ji bo biryara Madimakê got li ser xêrê be, hewl dide bi 'hespên Trûva yên Elewî' bikeve nava Guzeltepe û xwe bide qebûlkirin. CHP jî ku beriya du rojan ji bo Malên Cem bibin xwedî statuya qanûnî pêşniyara qanûnê pêşkêş kir, piştî du rojan di bin navê 'guherîn derveyî qanûnan' deriyê Mala Cem kilît kir. Xuyaye her du mejî jî mijara Mala Cem ve bi taktîkî bi kar tînin."

'EM Ê NEHÊLIN RUHÊ ÛGÛR KÛRT BÊ ÊŞANDIN'

Ozgul da xuyakirin ku ew ê rê nedin van her du zîhniyetan ku bi bikaranîna nirxên Elewiyan re vê yekê ji xwe re weke rantê bibînin û got, "Em ê ti carî li ser xwîna vî gelî ya ku hînê ziwa nebûye, li vê îşkencexaneyê li semahê negerin. Em ê ruhên canên xwe yên weke Ûgûr Kûrt ên di îşkenceyan de hatin derbaskirin û li ber Mala Cem bi fîşeka polîsan hat qetilkirin, ne êşînin."

...