Iraqê têkildarî êrîşên dewleta Tirk daxuyanî da

Berdevkê Çapemeniyê yê Ofîsa Serokwezîrtiyê yê Iraqê Saîd Hadîsî têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê got ku, “Ev tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê, em qebûl nakin.”

Berdevkê Çapemeniyê yê Ofîsa Serokwezîrtiyê yê Iraqê Saîd Hadîsî têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê daxuyanî da. Hadîsî diyar kir ku helwesta Bexdayê ya li hemberî vê dagirkeriya Tirkiyeyê eşkere ye û got, “Mafê Iraqê heye ku parastina serweriya xwe bidomîne. Tirkiye bêyî ku destûra Iraqê hebe, bi hinceta ku baregehên PKK’ê heye, Herêma Kurdistanê bomberdûman dike û leşkerên xwe sewqî herêmê dike. Ev tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê. Em vê rewşê qebûl nakin.”

Hadîsî got ku, “Êrîşên artêşa Tirk a li ser Herêma Kurdistanê rewşa heyî tevlihevtir dike. Em nikarin çavê xwe ji artêşa Tirk re bigirin.”