Iraqê ji dewleta Tirk bi fermî xwest ku ji xaka Iraqê derkevin

Hikûmeta Iraqê Sefîrê Tirk Fatîh Yildiz vexwed û bi fermî bi rêya wî daxwaz ji dewleta Tirk kir ku hêzên xwe ji tevayî xaka Iraqê derxe û tavilê êrîşên xwe yên li ser Iraqê bidawî bikin.

Ji ber êrîşa duh ya dewleta Tirk ku di encama wê de du fermandar û leşkerek yên Iraqê jiyana xwe ji destdan, îro Wezareta Karên Derve ya Iraqê Sefîrê Tirkiye yê lraqê Fatih Yildiz vexwed û daxwaznameyek nerazîbûna hikûmeta Iraqê pêşkêş kir.

Li gorî daxuyaniyek ya Wezareta Karên Derve ya Iraqê, di daxwaznameyê de ji dewleta Tirk hatiye xwestin ku di derbarê êrîşê de daxuyaniyek zelal bide û derbarê berpirsên êrîşê lêpirsîn were destpêkirin. Hate gotin ku divê  yekser êrîşan bide rawestandin û hêzên xwe ji tevayî xaka Iraqê vekişîne ku erkê parastina sinorê her du welatan radestî hêzên parastina sinor ên Iraqê were kirin.

Her wiha hate diyarkirin di daxwaznameyê de ji bilî betalkirina serdana wezîrê parastinê yê Tirk, serdana tevayî rayedarên Tirk hatine rawestandin û betalkirin.