Iraqê di nava salekê de zêdeyî 600 'DAÎŞ'î darizand

Li gorî daxuyaniya Desteya Dadgeran a Bilind a Iraqê, di nava salekê de zêdeyî 600 kes ku hema bêjin temamiya wan jin e, ji ber endametiya DAÎŞ'ê hatine darizandin.

Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê sala 2014'an de di serî de li Mûsilê li herêmeke mezin komkujî kir û dagir kir, artêşa Iraqê sala 2017'an serketina xwe li dijî DAÎŞ'ê ragihandibû.

Darizandina bi dehan hezar çeteyên DAÎŞ'ê yên di şer de hatin girtin dewam dike. Tê gotin, nêzî 20 hezar kes di vê çarçoveyê de hatine girtin:

Berdevkê Desteya Dadgeran a Bilind a Iraqê dadger Abdul Settar Bayraktar diyar kir, di nava sala 2018'an de 616 jin û mêr ji ber sûcê endametiya DAÎŞ'ê hatine darizandin. Bayraktar got, "508 jê li gorî qanûna antî-terorê hatin mehkûmkirin."

Bayraktar li ser mehkûmiyeta DAÎŞ'iyan agahî neda û diyar kir, ên hatine mehkûmkirin 466 jin, 42 mêr û 108 zarok in. Hate ragihandin 31 ji zarokan mêr in, 77 keç in.

Li gorî Bayraktar, 73 jê jin lêpirsîna li dozgeriyê ya 99 çeteyên DAÎŞ'ê jî dewam dike.

Hate gotin, piraniya çeteyên DAÎŞ'ê yên hatine mehkûmkirin ji Tirkiyeyê û komarên ser bi Yekîtiya Sowyetan a berê ne. Her wiha ji çeteyên DAÎŞ'ê welatiyekî Elman, yekî Belçîkî û yekî Rûs bi cezayê îdamê hatin mehkûmkirin. 2 jê jin û mêrek sê welatiyên Fransayê yên çeteyên DAÎŞ'ê bi cezayê heta bi hetayê hatin cezakrin.