Liv û tevgera hikumeta navendî ya Iraqê, ku piştî referandûma 25'ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li herêmên 'cihê nîqaşê' da destpêkirin, dewam dike. Destê hikumeta Başûr jî roj bi roj qels dibe.
Gelek bajar, navçe, herêmên petrolê û deriyên sînor ketin destê Iraqê, ya jî rêveberiya Başûrê Kurdistanê radest kirin. Tê gotin, dor hatiye radestkirina balafirgehan.
'ERÊNÎ DERBAS BÛ; EM Ê DEST BI PÊVAJOYA TESLÎMGIRTINÊ BIKIN'
Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Mûhammed El Aracî daxuyaniyek da û got, "Hevdîtina me ya bi heyeta Başûrê Kurdistanê re erênî derbas bû. Ji bo hêzên Iraqê li hemû deriyên sînor belav bibin, me li hev kir."
El Aracî got, "ji niha û pê ve em ê dest bi pêvajoya teslîmgirtina balafirgehan bikin. Bi vî rengî wê destûra bingehîn a Iraqê bi cih bê anîn" û wiha dewam kir:
"Ji bilî kontrola deriyên sînor, rêyên hewayî û parzûngehên petrolê, pirsgirêkeke rêveberiya federal bi hikumeta herêmî ya Kurdistanê re nîne. Di xala 112'an a destûra bingehîn a Iraqê de tê gotin ku petrol a gelê Iraqê ye. Di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de em amade ne rûpelekî nû yê diyalogê vekin.
Niyeta me ya cezakirina gelê Kurdistanê nîne. Divê em li gorî destûra bingehîn tevbigerin. Eger pirsgirêka hin kesan bi xalên destûra bingehîn re hebe em ê fêhm bikin û eger pêwîstî pê hebe em ê ji nû ve sererast bikin. Di demeke nêz de wê di navbera Bexda û Hewlêrê de pirsgirêk çareser bibin."
DI DORÊ DE BENDAV HENE
Li ser radestkirina herêmên 'cihê nîqaşê' û deriyên sÎnor, di navbera hikumetên Başûr û Iraqê de hevdîtineke din hatibû kirin.
Piştî radestkirina deriyên sînor û balafirgehan, tê gotin ku hikumeta navendî ya Iraqê wê bixwaze ku bendavên Der Bendîxan û Dûkanê jî bên radestkirin. Hê ne diyar e ku helwesta rêveberiya Başûrê Kurdistanê wê di vî warî de çi be.