Iraq kêfxweş e ku Til Koçer ket destê YPG'ê
Iraq kêfxweş e ku Til Koçer ket destê YPG'ê
Iraq kêfxweş e ku Til Koçer ket destê YPG'ê
Piştî ku hêzên YPG'ê Deriyê Sînor ê Til Koçer kirin bin kontrola xwe Cîgirê Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Girêdayî Parlemantoya Iraqê ragihand ku, ew ji ber Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Deriyê Til Koçer kontrol kirine kêfxweş bûne û desthilatdariya Iraqê wê derî ji bo bazirganiyê veke.
Hêzên YPG'ê di çarçoveya "Operasyona Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa" de di 26'ê Cotmehê de li herêma Til Koçer 2 gund û Deriyê Sînor ê Til Koçer ji çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) wergirtin. Der barê vê mijarê de Cîgirê Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya girêdayî Parlamentoya Iraqê Îskender Wetût daxuyaniyek da Radyo Navxwe (NNA) û ragihand ku desthilatdariya Iraqê piştî deriyê ket destê El Qaîde biryara girtina deriyê sînor dabû. Lê ji ber derî îro ket destê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rehet bûne. Wetût di dewama axaftina xwe de diyar kir ku wê derî ji bo bazirganiyê di navbera her du welatan de vekin, ji ber ku Kurd çi li Iraqê be, çi jî li Sûriyeyê be, timî birayên pêkhateyên gelê Iraqê ne û têkiliyên wan ên şaristanî û bi hêz bi hev re hene.