Iraq ji NY re giliyê Tirkiyeyê dike

Serokwezîr Haydar El Ebadî ji bo serlêdanê talîmat da Wezareta Karên Derve.

Hikûmeta Iraqê, giliyê dewleta Tirk a ku bi tankan axa wê îhlal kiribû wê ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re bike.
Serokwezîr Haydar El Ebadî ji bo serlêdanê talîmat da Wezareta Karên Derve.

Wezareta Karên Dervê da xuyakirin ku ji ber vê îhlalê ji bo biryara Tirkiyeyê mehkûm bike derkeve serî li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dane.

Her wiha rêveberiya Baxdatê ji bo encamên vê îhlalê nîqaş bikin û helwestêkê bigirin banga civîna lezgîn li Wezîrên Karên Dervê yên Yekîtiya Ereban kir.

Serokwezîr Haydar El Ebadî ji bo destpêkirina pêvajoya serlêdanê talîmat da Wezareta Karên Derve. Li gor daxuyaniya nivîskî ya ji Serokwezîrtiya Iraqê, şandina leşkerên Tirk wek “dagirkerî û îhlala prensîbên NY bi awayekî kirêt” hat nirxandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi xwe destûr nedane hatina leşkeran û ev jî tê wateya îhlala serweriya Iraqê.

Di talîmata ku çû Wezareta Karên Derve de wiha hat gotin: “Ev îhlala Tirkiye û leşkerên Tirk pêk aniye demildest bi talîmata Konseya Ewlehiyê ya NY bê bidawîkirin, bê şert daxwaza vekişîna dersînor a leşkeran bê kirin.”