Iraqê ji bo derxistina hêzên Tirk alîkarî ji welatên Ereb xwest

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ji bo nîşandana helwesteke hevpar a ji bo derxistina hêzên dewleta Tirk ji xaka Iraqê, bi wezîrên karên derve yên welatên Ereb re axivî.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên derbarê kuştina leşkerek û du fermandarên artêşa xwe yên ji bo parastina sînor erkdar bûn û bi destê dewleta Tirkiyê hatin kuştin, bi hevtayên xwe ra bi rêya telefonê axivî. Di axaftinê de derbarê êrîşa balafirên keşfê yên bêmirov û bi çekan a dewleta Tirk ya li herêma Sîdekan a girêdayî bajarê Hewlerê agahî da birayên xwe yên Ereb. Her wiha bal kişande ser girîngiya hewldanên çêker ên welatên Erebî ya li hemberî metirsiyên rewşa ewlekariyê ya cîranê wê ango Tirkiyê û tekez kir ku divê careke din dewleta Tirk wan binpêkirinan pêk neyîne û hemû hêzên biyanî neçarî vekişandina ji xaka Iraqê bike, helwesteke hevbeş derkeve holê.

Hisên bi Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Dewletên Erebî Ehmed Ebul Geyt, Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samêh Şukrî, Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen El-Sefadî, Wezîrê karên Derve yê Erebîstanê Feysel Bên Ferhan û Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê Şêx Ehmed Nessar El-Mihemed El- Sebah re bi rêya telefonê hevdîtin pêk anî.

Di daxuyaniya Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Dr. Ehmed El-Sehaf de ew yek hate gotin: “Birayan tekez kirine ku ew ê desteka temam bidin ewlekarî û serweriya Iraqê û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirine. Her wiha divê demildest her cûre operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk a di nava xaka Iraqê were sekinandin.”

Duh Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên bi rêya telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samêh Şukrî re axifiye û tê de agahiyên dawî yên derbarê êrîşa dewleta Tirk a li ser wesayîteke girêdayî Hêzên Parastina Sînor a artêşa Iraqê ya li Bakurê Iraqê ku di encamê de leşkerek û du fermandeyên wê hatine kuştin parvekiriye. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Misrê Ehmed Hafiz diyar kir ku Şukrî di pêywendiya xwe de ya bi Fuad Hisên re gotiye ku ew ê ji bo parastina ewlekariya wan wê heya dawî destekê bide. Ew yek ji dagirkirina xaka Iraqê ya bi destê dewleta Tirk baştir e.

Dîsa duh Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ji ber wan êrîşên dewleta Tirk ya wek li herêma Sîdekan ku di encamê de du fermandar û leşkerek ji artêşa Iraqê hatibûn kuştin, Sefîrê Tirkiyê yê li Iraqê Fatih Yildiz vexwand.

Şêwirmendê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Abdul Kerîm Haşim daxwaznameyek radestî Sefîrê Tirkiyê kir. Di wê daxwaznameyê de hatiye xwestin ku dewleta Tirk hesabê wê êrîşê bide û yên ew êrîş pêkanîne werin darizandin.

Wezaretê di daxwaznameya xwe de tekez kiriye ku divê dewleta Tirkiyê bombardumanên xwe rawestîne û demildest tevahî hêzên xwe yên dagirker ji xaka Iraqê derxîne.