Îranê li Urmiyê 5 ciwanên Kurd darve kirin

Îranê li Urmiyê 5 ciwanên Kurd darve kirin

Rejima Îslamî a Îranê duh serê sibê li zindana Urmiyê 5 ciwanên Kurd darvekirin. Ciwanên ku hatine darvekirin 2 ji wan bira ne.

Rejima Komara Îslamî a Îranê duh serê sibê li zindana bajarê Urmiyê ê Rojhilatê Kurdistanê 5 ciwanên Kurd ku ji wana 2 birane darvekirin. Hate ragihandin ku, şevê din ve cenazeyan radestî malbatan dikin.

Ev 5 ciwan jî wekî gelek ciwanên din ên Kurd û wekî gelek muxalifên Îranê bi tawanên edlî têne darvekirin.  Îran ji bo ku nerazîbûna li hemberî darvekirinê kêm bike, muxalifên xwe bi tawanên edlî sûcdar dike û paşê darve dike.

Navê 3 ji wan wiha ye: Candar Mîrzayî, Mêhrab Mîrzayî kurê Mîrza Mihemed ji gundê Aqçeqelê ne. Ev her du bira ne.

Mehme Salih Qere Etîwend ji kurê Elî gundê Baleka ye. Du kesên din ku navê wan nehate zanîn yek ji Makoyê û yek ji gundê Mastekawa ya Urmiyê ye.

Roja sêşemê jî li zindana Qizil Hisarê 21 kes û li zindana Recayî Şehr a Kercê jî 4 kes hatibûn darvekirin. Bi vî awayî di nava 3 rojan de rejîma Îranê 30 kes îdam kir.