Îranê hêzeke mezin a pasdaran li ser sînorê Başûrê Kurdistan bi cih kiriye
Îranê hêzeke mezin a pasdaran li ser sînorê Başûrê Kurdistan bi cih kiriye
Îranê hêzeke mezin a pasdaran li ser sînorê Başûrê Kurdistan bi cih kiriye
Rejîma Îranê di hewldana xwe ya dagirkirina sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de bi israr e. Ji aliyê Artêşa Pasdarên Îranê ve hat ragihandin ku ew gihiştine asta dawî ya amadekariyên bicihkirina artêşa taybet a li ser sînorê Kurdistanê.
Hat ragihandin ku berpirsê yekem ê Artêşa Beytulmuqedesî Kurdistan ê Komara Rejîma Îslamî ya Îranê Hemze Feleh, di merasîmeke taybet a Artêşa Pasdaran de wiha gotiye; “Hêzên wan amadekariyên dawî kirine, ji bo damezrandina artêşeke nû ji çekdarên xwecihên Kurdistanê, (behsa çêkirina artêşeke taybet a çeteyan dike).”
Agahiyên xelkê herêmê didin jî vê yekê piştrast dike û xelkê herêmê dan diyarkirin ku heya niha Rejîma Komara Îslamî hêzeke mezin a leşkerî bi tank û çekên giran anîne ser sînorê Başûrê Kurdistan bi cih kirine û 24 seatan xelkê herêmê kontrol dikin.