Îranê cezayê darvekirinê da 5 girtiyên din ê xelkê Sine

Îranê cezayê darvekirinê da 5 girtiyên din ê xelkê Sine

Li girtîgeha Recayî a bajarê Sineyê, li 5  girtiyên xelkê Sineyê cezayê darvekirinê hat birîn.

Li girtîgeha Recayî ya bajarê Sineyê, 5 girtî îro hatin berdan lê di heman demê de li 5 girtiyan jî cezayê darvekirinê hat dayîn.

Li gorî agahiyan, her pênc girtiyên mijara gotinê bi zorê ji mizgefteke li Sineyê hatibû girtin.

Bi cezayên îro li 5 girtiyan hat birrîn re, hejmara kesên li bajêr bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin derket 25 kesan.

Her weha li 2 girtiyên din ên ji bajarê Sineyê jî 20 sal cezayê girtinê hat dayîn.