Îranê 3 kesên din jî bi darve kir
Îranê 3 kesên din jî bi darve kir
Îranê 3 kesên din jî bi darve kir
Li Îranê duh serê sibê 3 kes li Zîndana Navendî ya Zahîdan hatin bidarvekirin.
Li gorî rapora aktîvîstên Mafê Mirovan û Demokrasiyê li Îranê duh li Zîndana Navendî ya Zahîdan a li bajarê Zahîdan ê Îranê 3 kes ku, yek ji wan hemwelatiyê Afganîstanê ye piştî cezayê wan di 27’ê Hezîranê de ji aliyê Dadgeha Bilind a Bajêr ve hat erêkirin û du rojan di hucreyê de hatin girtin, di 29’ê Hezîranê de hatin darvekirin.
Tê gotin ku di navbera wan du rojên ku girtî di nav hucreyê de girtine, hemû têkiliyên wan bi malbatê re dibirin û di dema bidarvekirinê de agahî didin malbatên wan ku dê werin bidarvekirin.
Li gorî agahiyên bi dest ketine kesên hatine bidarvekirin ev in:
Arif Nûrzehî (37), ji Afganîstanê ye û 11 meh in di Tîpa 5 a Zîndana Zahîdan de dima.
Şîr Mihemed Kaşanî (30), 2 sal e di Tîpa 7 a Zîndana Zahîdan de dima.
Qurban Elî Sûr (55), 13 sal e di Tîpa 3 ya Zîndana Zahîdan de dima.
Hêja gotinê ye ku pêla bidarvekirinê careke din piştî hilbijartinên Serokkomariyê yên Îranê destpê kirine. Li gorî agahiyan kesên berê ceza li wan hatiye birîn, wê cezayê wan were pêkanîn û cezayên nû yên bidarvekirinê neyên sekinandin.