Îran: Me sîxorekî Îngîlîz girt

Îran: Me sîxorekî Îngîlîz girt

Rayedarên Îranê ragihanin ku kesekê ku li ser navê Îngilterê sixortî dikir hatiye girtin.

Hat ragihandin ku li başûrrojhilatê Welat ji aliyê Dadgeha Şoreşê a bajarê Kermanê ve kesekî ku li ser navê sixoriya derveya Îngilistanê MI6’yê dixebitî  hatiye girtin. Rayedaran destnîşan kirin ku di derbarê kesê hatî girtin de 11 caran li gel 4 rayedarên îxtixbareta Îngilîs hevdîtin kirîne.

Rayedaran di derbarê koka etnîkî ya kesê hatî girtin de agahî ne da.

Dadgehê ragihandin ku kesê bi sucê sixoriyê hatiye girtin diderbarê bûyaran de itiraf kiriye û wê derbixîn rûniştinê. Balyozxaneya Îngilterê piştî serhildanên sala 2011’an li Tehranê xwe vekêşandibû.

Îngiltereyê piştî hevdîtinên nukleerî ji nû ve xebatên xwe dabûn destpê kirin. Îngilterê piştî du salan ji nû ve hevdîtinên dîplomasiyê bi Îranê re dan destpêkirin.