Îran Kurdan dixe nava tirs û fikaran
Îran Kurdan dixe nava tirs û fikaran
Îran Kurdan dixe nava tirs û fikaran
Tevgerên gel ên li Rojhilata Navîn, rejîma Îranê ditirsînin. Rejîm ji ber tengavî û xizaniya ambargoya navnetewî, ji serhildana girseyan bi taybetî jî ji serhildana Kurdan a Îranê bihejîne, bi tirs e. Ev tirs bû sedem ku Îran li dijî Kurdan arteşeke mezin a kontra ava bike. Rewşa Îranê, Kurdan dixe nava tirs û fikaran.
Serokkomarê nû yê Îranê Hasan Rûhanî beriya çend rojan got, "Li Îranê gelên etknîkî tineye, çandên biçûk hene", rayedarên Îranî dan xuyakirin ku wê li Kurdistanê artêşeke Pastaran a ji Kurdan pêk tê ava bikin, navên Kurdî yên li kargehan hatin rakirin û qedexekirin. Ev hemû pêkanîn Kurdan dixin nava tirs û fikaran.
Rûhanî beriya hilbijartinê çû Kurdistanê û soz da ku ewê mafên demokratîk ên hindikahiyan zêde bike, ji bo Kurdên li derve efûyê derxîne da ku karibin vegerin welatê xwe û di kabîneya xwe de cih bide Kurdan. Hin çavkaniyan îdîa dikirin ku Rûhanî bi Kurdan re protokolek mor kiriye. Ji ber van sozan Rûhanî li Kurdistanê ji sedî 75 ê dengan bi dest xist. Lê belê wer xuyaye lîderê nû yê Îranê heman piştî hilbijartinan ev sozên xwe ji bîr kiriye. Ev vegera ji sozên xwe, îhtimalên bêbaweriyê yên çapemeniya navnetewî îdîa dike, piştrast dike.
Mîna ku Kîros bûye nîşaneya hemû nivîsên li ser Ahamemîş û Persiye, Persiyin di glek bûyerên di dîrokê de xwedî kevneşopiyeke dîrokî ya lîderan dikin îkon. Ji be vê yekê helwesta şexsî ya lîderên Îranê girîng e.
Siyasetmedarên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê radigihînin ku ev pêkanînên Îranê gefê li Kurdan dixwun û êdî nema tê qebûlkirin ku Tehran gelekî ewçend mezin înkar bike.
JI BO KURDISTANÊ ARTÊŞEKE NÛ
Li bajarê Sine, fermandarê Tabûra Beytulmuqedes a ser bi Mûxafizên Şoreşê Serdar Recebî da xuyakirin ku ewê ji leşkerên Kurd ên li nava artêşa Pastaran, ji bo Rojhilatê Kurdistanê bi navê Rezim (yan jî li gorî hin çavkaniyan "Pastaran Kurd") yekîneyeke leşkerî ya taybet ava bike. Rayedarê leşkerî dibêje, armancên van yekîneyan, wê pêkanîna asayîşa li Rojhilatê Kurdistanê be.
Pastaran ku weke Mûxafizên Şoreşê yên Îranê tên zanîn, artêşeke fermî nîne. Rêxistineke kontra ya nîv fermî ya weke Basîç bi rejîmê ve girêdayî ye. Navê vê, di hilberîna dizî ya nukleerî de, di gelek kuştinên dizî û vekirî yên li Îranê de hat bihîstin. DYE û Ewropayê der heqê fermandarên vê artêşê de biryara lêgerînê derxistiye û hemû hesabên navnetewî yên wan cemidandine.
PJAK'ê beriya niha daxuyaniyek dabû û hişyarî dabû ku Îran hêza leşkerî vediguhezîne sînor û xeteriya operasyonê heye.
Siyasetmedarên Rojhilatê Kurdistanê diyar dikin ku îdîayên dibêjin hemû partiyên siyasî yên li vî parçeyî dest ji têkoşîna xwe ya çekdarî berdane û li Rojhilatê Kurdistanê Kurd asayîşê xera dikin, ne rast in.
Hêza leşkerî ya Îranê ji xwe di rewşa heyî de zextê dike. Mînak bi tenê di nava meha Adarê de 30 aktîvîstên Kurd hatin binçavkirin û girtin. Ji bo Keivan Şeikhi, Kamran Osmani, Shahab Ahmadi kampanyayên navnetewî hatin organîzekirin. Îdamên rejîm dikin jî wicdanê mirovan tengezar dike.
Çavdêrên Serbixwe dibêjin, li gel vê rewşê jî li Kurdistanê ji ber pirsgirêkên mezin ên aboriyê wê beşdariya li Mûxafizên Şoreşê çê bibin.
Îran bi fikar e ku eger Kurd dest bi xwepêşandanan bike wê, nerazîbûnên li herêmên din ên welêt jî dengê xwe bilind bike û ev yekê veguhereke serhildaneke giştî. Rejîm ji bo pêşî li vê bigire, dixwaze rêxistineke kontra ya noker ava bike.
Lê pirsgirêka Kurdistanê ti carî ji bo Îranê bi tenê nebû pirsgirêkeke rojane. Çavkaniyên Babilê dinivîsînin ku beriya mîladê di beşa duyemîn a salên 500 de, koleyekî Medan Kîros ê Arşanî, dema yekîneyên Medya têk dibe, qralê wan Astyages dîl digire. Dûre paytext Ekbatana û qesra qraliyetê bi dest dixe û xezîneyê talan dike. Avabûya Persiya xwe dispêre vê bûyerê û qedera împaratoriyên Ahamenîşî û Pehleviyan heta împaratoriya Îranê, bi kontrolkirina Zagrosên navîn ve girêdayî ye. Piştî ku Zagros bi dest xist, Babîlê nekarî li ber xwe bide. Ji ber vê yekê Tehranê bi her rê û rêbazê hewl daye Kurdan tine bike û ev yek weke şertê jêneveger ê hebûna xwe dîtiye. Ev ne pirsgirêkek exlaqî ya jeopolîtîk e. Ji ber vê yekê ye, dagirkeriya leşkerî ji bo Tehranê yek ji navgînên jêneveger ê deshilatdariyê ye.
HEWLDANÊN QEDEXEKIRINA KURDÎ
Lê belê dîsa jî Îranê heta niha ti carî serî li înkarkirineke ewçend dijwar a mîna roja îro nedaye. Mînak; rejîmê herî dawî navên Kurdî yên li kargehên li Urmiyê qedexe kir. Serokê Civaka Bazirganî û Kar a Bajarê Ûrmiyê daxuayniyek da û diyar kir ku bi fermannameyeke wezaretiyê re divê navên kargehên li bajêr bi Farsî werin guhertin.
Ev biryara rayedaran bi tenê bi dikan û kargehan re sînorkirî nîne. Di dema hilbijartinê de kesên navên wan ne Farsî û Erebî bûn, destûr ji wan re nehat dayîn ku dengê xwe bikar bînin.
Ev pêkanîn nû ye. Par, mudurê perwerde û civakî yê li bajarên Kirmanşah û Sinê, ji bo li dibistanan pêşî li axaftina bi Kurdî bigire, bi awayekî dizî fermannameyek weşandibû û ev fermanname ketibû destê çapemeniya Kurd.
Serokê Giştî yê PJAK'ê Abdul Rahman Hecî Ehmedî da xuyakirin ku ne mumkune Îran Azerî, Tirkmen, Ereb û Belûc ên dewletên wan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatin qebûlkirin û Kurdan înkar bike. Hecî Ehmedî der heqê mijarê de got, "Îran welatekî mezin e. Welatekî xwedî dewlemendiyeke mezin a etnîkî û çandî ye. Gelekî koka xwe ya dîrokî heye û zêdeyî 5 milyon e, nabe bê qedexekirin. 7 milyon mirovên li bakurê vî welatî dijîn, serbixwe ne.
Li Azerbaycanê heft milyon Azerî hene û vana bi çand, ziman û nêrînên xwe yên dîrokî dijîn. Lê tuyê rabe 25 milyon Azeriyên li Îranê ziman, çand û nasnameya wê înkar bike û nîvê wê li ser navê Îslamê asîmîle bike û bike Faris.
Tirkmen, ku ji xwe welatekî wan heye, li nava Neteweyên Yekbûyî xwedî nûneriyan e. Tuyê çawa karibe bi milyonan Tirkmenên li ser sînorê Turkmenîstanê dijîn înkar bike û di bin navê ummeta Îslamê de asîmîle bike. 400 milyon Ereb hebe û 23 dewletên wan hene.
Gelê Kurd di encama xebat û têkoşîneke mezin de li Başûrê Kurdistanê statuyeke fermî ay federal bi dest xistiye. Gelê Belûç xwedî çand, dîrok û zimanê xwe ye. Gelek partiyên siyasî û tevger hene, ku mafên xwe yên çandî dixwazin. Ev yek di sedsala 20'an de armanca herî girîng a dewletên netew bûn. Em di sedsala 21'an de dijîn, hemû gel dixwazin bi çand û nasnameya xwe bijîn.
HEVKARÎ DIVÊ XWE BISPÊRE MERCÊN WEKHEVIYÊ
Daxwaza gelan a jiyana bi çanda xwe li ser axa xwe, gelekî xwezayî û rewa ye. Gelek gel an jî dewlet dikarin biryarê bidin di nava heman dewletê de bi hev re bijîn. Hîndîstan, Îngilîstan, Kanada, Belçîka, Rûsya mînakan vê ye. Mirovahî hîn bêtir ber bi vî alî ve diçe. Gel û netew di çarçoveya berjewendiyên siyasî û aborî yên hevbeş de, nêzî hev dibin. Mînak, yekbûna Ewropayê ji bilî hin rewşên taybet, ber bi rewşek baş ve diçe.
Eger Serokkomarê nû yê Îranê Dr. Hesen Rohanî dixwaze yekitiya Îranê biparêze, divê ji bo avakirina navgînên nû bikeve nava hewldanan.
Gelên li Îranê xwedî taybetmendiyên netewî, xweseriyên mezin ên ziman, çand û dîrokê ne. Çawa dibe ku ev hemû di ummetekê, di yek netewê de bibin yek.
Hecî Ehmedî der barê tevgerên leşkerî de diyar kir ku agirbesta dualî dewam dike û eger êrîş li dijî wan were kirin ewê xwe biparêzin. Hecî Ehmedî got, "Ev demeke Îran hêzên leşkerî vediguhestîne sînor, amadekariyan dike, û pergala cerdevaniyê di heman demê de diafirîne. Ev yek jî nîşan dide ku li hemberî gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê di nava amadekariya şer de ye. Her çend di navbera hêzên PJAK û Îranê de agirbest hebe jî...Li hemberî wan hewldanan, amadekarî û hewldanên me jî hene. Amadekariyên me baş in.
Ne tenê KCK, em jî dixwazin agirbest dewam bike. PJAK wê nebe aliyê şer daye destpêkirin. Ji ber ku em şer, weke rêya yekane ya çareseriyê nabînin. Lê mafê me yê parastina rewa, mafê me yê rewa ye."
Li Îranê derfetên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl nîne ji bo siyasetê bikin. Divê pîvanên rejîm û rêveberiyê werin afirandin ku di hilbijartinan de karibin bibin namzet. Ji bo Kurdên hatine hilbijartin jî, ne mumkune ku li derveyî polîtîkayên "lîderê mezin" û mûxafizên şoreşê, tiştekî din bikin.
REJÎM PIRSGIRÊKÊ DIAFIRÎNE Û DIJÎ
Di vê mijarê de Serokê Partiya Demokrat Brahîm Zeweyî daxuyanî da Rûdawê û diyar kir ku Îran bi afirandina pirsgirêkan re hewl dide deshilatdariya xwe dewam bike û gotinên xwe weha dewam dike: "Di şûna ku pirsgirêkan bi rêbazên çandî, siyasî û aborî çareser bike, dixwaze bi zora çekê bieciqîne.
Parlamenterê berê yê Sinne Celal Celalîzade beriya hilbijartinan yek ji siyasetmedarê herêmî bû ku piştgirî dida Rûhanî. Li gorî Celalîzade Rûhanî hin soz dan. Ew jî vê dibêje: "Ji ber ku hînê Rûhanî nû hatiye hilbijartin, der heqê pirsgirêka Kurd de planeke wî tineye. Lê belê daxwazên eşkere yên Kurdan hene û Serokkomar jî li gorî destûra bingehîn a Îranê xwedî erk in ku karibe sererastkirinan pêk bîne. Eger bixwaze, wê karibe hin mafên Kurdan bidê. Bi taybetî, dema li Kurdistanê bû di vê mijarê de hin soz dan."
Li gorî Berpisyarê beşa Kurdî ya pirtûkxaneya Oslo'yê Kosar Fettahî, divê Rûhanî li ser gotin û sozên xwe bisekine. Fettahî got, "Farsî naxwazin qebûl bikin ku Kurd xwedî têgihiştineke netewî ne. Hasan Rûhanî nikare reformên girîng bike, ji ber ku reformên cidî dikare rejîmê têk bibe."