Îran hewl dide Zanyar û Luqman Muradî bi darve bike
Îran hewl dide Zanyar û Luqman Muradî bi darve bike
Îran hewl dide Zanyar û Luqman Muradî bi darve bike
Saziya Navneteweyî ya Mafên Mirovan li Îranê ragihand ku, di van çend rojên derbasbûyî de rayedarên dadgeh û emniyeta bajarê Sinê ketine nava hewldanan ji bo Zanyar û Luqman Muradî bi darve bikin.
Zanyar û Luqman Muradî zêdetirî 5 salin di girtîgehê dene û niha jî di girtîgeha Recayî ya bajarê Kerec dene. Zanyar û Luqman Muradî ji ber sedema ku destê wan di kuştina kurê îmamê Merîwanê de heye û li dijayetî li dij xweda kirine, cezayê sêdarê li herduyan hatiye birîn. Lê belê herdu girtî heya niha jî van sucane li ser xwe qebûl ne kirine û wekî komloyek ya wezareta îtlaata Îranê li himberî xwe pênase dikin.