Îran dê Zarokê 8 salî bi dar ve bike

Îran dê Zarokê 8 salî bi dar ve bike

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê, wê vê carê jî zarokekî temenê wî 8 salî bi dar ve dike. Dadgehê biryar da ku, heya hefteya bê eger li beramberî ceza pere neyê dayîn wê zarokê 8 salî bê bidarvekirin.

Rojnameya Şerq a Çapa Tehranê  bi lev kir ku, Dadgeha Bilind a Komara Îslamî ya Îranê biryar da ye ku, eger ji bo lêborînê 500 milyon tumenê Îranê neyê dayîn wê zarokê 8 salî bi dar ve bike.

Li gorî Rejîma Îranê eger zarokek sûcek kir û cezayê bidarvekirinê lê were birîn taloq dikin heta temenê zarok bibe18 sal, lê tevî vê jî zarokên di bin 18 salî de tên bidarvekirin.

Li gorî heman çavkaniyan Koma Şanoyê (Hestî rengî awî merg) bi alîkariya Sentera Çaksazî û Perwerdekirina zarokan roja înê saet 21.00’an li Salona Serekeya Çandî (Eresbaran)  berhemên xwe pêşkêş dikin da ku pereyên pêwîst ji bo zarokê li ber sêdarê rizgar bikin. Ev aktîvîte wê heta 14’ê Tirmehê dewam bikin.