Îpek:Pergala cerdevaniyê tiryak û fuhuş pêş xistiye

Îpek:Pergala cerdevaniyê tiryak û fuhuş pêş xistiye

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hafîze Îpek diyar kir li Bakûrê Kurdistanê pergala cerdevaniyê rê li ber xerabûna civakê û belavbûna bikaranîna tiryarkê dike û got: “Cerdevanî di pêşveçûna tiryak û fuhuşê de gelek bi bandore. Cerdevan bi aliyê xwe civakê jî ji vê pergal qirêj re xizmetê dike.

Li Amedê li taxên Kaynar Tepe, 5 Nîsan, Muradiye, Seyrantepe, Dîcle, Ferîd Koşk, Saray Kapi, Fîskaya, Hançepek, Sûrîçiyê bikaranîna tiryakê ya di nava ciwanan de her diçe zêdetir dibe.

Temenê bikaranîna tiryakê ketiye asta dibistana seretayî.  Li gelek park û taxa zarok esrarê dikişînin. Fikara malbatan jî zêde dibe. Pergala ku ciwanên kurd dixe vê kemînê, bi polîtîkayên xwe ciwanên kurd dike qurbanê tiryakê.

Hevseroka şaredariya Bajarê Mezin Hafîze Îpek ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew wek şaredarî bi berfirehî bi tiryakê re têdikoşin.

Îpek got bi darbeya 12’ê îlonê re li herêma me polîtîkayên îmha û înkarê didomin û got: “Divê zîhiniyeta 12’ê îlonê bê lêpirsînkirin. Pergalê bi zanebûn ciwanên me berbi tiştên xerab ve kişand. Yek ji van jî tiryak û fuhuş bû. Di salên 90’î de welatiyên me ji warê xwe hatin kirin û vê re jî ji nasnameya wan dur xistin. Li şûna ku dewleta tirk bi tiryakê re têbikoşe, li her derê belav dike û bazirganên wê zêde dike.”

Îpek destnîşşan kir ku di mijara têkoşîna li hemberî tiryakê de peywirên girîng dikeve ser milê şaredarî û STK’yan û divê rola aktîf bilîzin û wiha pê de çû: Projeya me ya der barê zarokên tiryakê bikartînin yê j imalê xwe dur û zarokên li derve dijîn hene. Çend zarokên tiryakê bikartînin, li kolanê çend zarok dijîn? Divê ev bên tespîtkirin. Şaredariya me, ji bo zarokên ku karkeriya berhevkirina kaxizan dike, dixwaze îstayonekê ava bike. Ji ber vê em li hin cihên bajar navendan ava dikin. Ger bixwazin ev zarok dikarin bê xwarina xwe ji wir bigirin û dîsa biçin karê xwe. Armanca vê jî eve ku bila zarok bizanin cihekî wan heye.”

TENÊ TEDAWÎ TÊR NAKE

Îpek got bi gelek saziyên wekê Egîtîm-Senê re di nava têkiliyê de ne û got: “Tenê tedawî têr nake.divê aliyê civakî û perwerdehî jî bê lêkolînkirin. Divê rêbazên çawa pêşî li tiryak êtê girtin bê avakirin. Divê em hemû di nava hewldanan de bin. Em bi serokatiya Daîreya Xizmetên Civakê re tên cem hev. Divê em navendên tedawiyê zêde bikin. Bi taybet em şaredarî divê demildet wan xaniyên wêran hilweşînin. Ji ber ku herî zêde li wir tiryak tê bikaranîn.”