Însiyatîfa Zarokên Êgir li sê bajaran çalakî kir

Însiyatîfa Zarokên Êgir li Balikesîr, Stenbol û Îzmîrê gelek çalakiyên şewatê pêk anî.

Li gorî daxuyaniyê ya Însiyatîfa Zarokên Êgir di navbeyna 27-29'ê Hezîranê de li gelek bajaran 11 cara çalakiya şewatê kir.

Li gorî vê;

27'ê Hezîranê li Edremîtê ya Balikesîrê hewana sporê hate şewitandin. Li Bûrsayê jî, li kolana Alanyurt Uludage wesayiteke luks hate şewitandin.

28'ê Hezîranê li navçeya Sariçamê ya Edene fabrîkaya nîşastayê ya li ser 2500 metroçargoşeyê hate şewitandin, li Bûrsayê dikaneke faşîstan, li eynî bajarî tesîseke plastîkan a li qadeke berfireh avakirî, li Manîsayê fabrîkaya plastîkê ya li organîzeya sinayî, li Entalyayê komikên hişkiriî, li navçeya Karabagê ya Izmîrê fabrîkaya mobîlyayan, li navçeya Şîşlî ya Stenbolê atolyeya tekstîkê, li otogara navbajarî ya Izmîê otoboseke rêwiyan a 'Tirkan' hate şewitandin.
29'ê Hezîranê li Bûrsa Gursuyê fabrîkayeke veguhrandinê hate şewitandin.