Însiyatîfa Zarokên Êgir li bajarên Tirkiyê çalakî kirin

Însiyatîfa Zarokên Êgir li bajarên Tirkiyê Kocaelî, Bûrsa, Denizlî û Stenbolê du fabrîka, du wesayit û îmalatxaneyek dane ber agirê tolhildanê.

Li gorî daxuyaniyê ya ku Însiyatîfê dayî 3'yê Tîrmehê Zarokên Êgir li navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê fabrîkayek hatiye bi temamî hatiye şewitandin.

Însiyatîfa Zarokên Êgir diyar kir eynî rojê li Bûrsayê, li Sinayiya Organîze jî fabrîkayek dane ber agirê tolhildanê û, ''Şewat demeke dirêj nehatiye tefandin û fabrîka b temamî hatiye şewitandin.''

Însiyatîfê ragihand, ku 4'ê Tîrmehê li navçeya Înegolê ya Bûrsayê wesayiteke 'lûks a faşîstan' dane ber êgir û xistine halekî wiha ku nema dikare were bikaranîn û 5'ê Tîrmehê jî li Arnavûtkoyê ya Stenbolê îmalatxaneyeke mobilyayê dane ber êgir û ''xwelî û tiraf'' ji îmalatxaneyê maye.

Însiyatîfê diyar kir,''Di vê şewatê de avahiya 4 qatî ya ku îmalatxaneya mobilyayê lê ye di nav dû û dûxanê de maye, îmalatxane bi temamî şewitiye.''

Însiyatîfê her wiha got 5'ê Tîrmehê jî li navçeya Merkezefendî ya Denizlî wesayita şexsekî faşîst dane ber êgir.