Însiyatîfa Gel:Seferberiya Rojava seferberiya hemû Kurdan e

Însiyatîfa Gel:Seferberiya Rojava seferberiya hemû Kurdan e

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, diyar kir ku seferberiya li Rojava hatiye îlankirin li hemû Kurdistanê derbasdare û wiha got: “Seferberiya gelê me yê Rojava îlankiriye bo me hemû Kurdistaniyan derbas dibe. Em bang li hemû gelê kurd dikin ku li dora Rojava bibin xelek.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, der barê pevçûn û seferberiya  li Rojava de daxuyaniyek nivîskî da.

Însiyatîfê da zanîn ku bi peymana Lozanê ya ku salvegera w îli pey xwe hiştine Kurdistan li parçeyan hatiye veqetandin û wiha got: “Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo hate destpêkirin û kurdê ku afirandiye di 90’emîn salvegera Lozanê de Lozan bê wate kiriye û hêzên hegomonîk yên cîhanê têk çûn.

Însiyatîfê da zanîn ku îro jî ji bo kurd bê statu bê hiştin planên cuda tên kirin û êrîşên li Rojava di esasa vê rastiyê de divê bê fêmkirin û wiha got: “Li Rojava ji bo ku azadkirina Kurdistan û gelê kurd şerekî fedayî tê dayîn. Çeteyên li Rojava li dijî kurdan şer dikin, ji aliyê Tirkiyeyê ve piştgiriyê dibînin û divê AKP û dewleta Gulan dest ji polîtîkayan berdin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di şexsê Rojava de hewl têdayîn ku êrîşê Têkoşîna Azadiya Kurd bikin û seferberiya li Rojava hatiye îlan kirin ji bo hemû gelê kurd derbas dare û em banga serhildanê li gelê kurd dikin. Divê gelê kurd û dostên kurdan xwedî li Rojava derkevin.