Însiyatîfa Gel: Li dijî Îranê em berteka xwe bînin ziman
Însiyatîfa Gel: Li dijî Îranê em berteka xwe bînin ziman
Însiyatîfa Gel: Li dijî Îranê em berteka xwe bînin ziman
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, darvekirina şoreşgerê Kurd Hebîbullah Gulperîpur û Riza ÎsmaÎlî Mamedî şermezar kir. Întiyatîfê bang li hemû Kurdistaniyan kir ku li cihên ku dimînin li dijî darvekirinê bi berxwedan û serhildanan bersivê bidin.
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê darvekirina endamê PJAK’ê Hebîbullah Gulperîpur û Riza Îsmaîlî Mamedî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat darevkirin şermezar kir û got: “Em rejîma Îranê ya îslamî ku hevalên me yên şoreşger yên kurd Habîbullah Gulperîpur û Riza Îsmaîlî Mamedî qetilkirin, şemezar û lanet dikin.
Rejîma Îranê ya faşîst ku hewl dide bandora gelê Rojhilat asteng bike û pêşî li şoreşa Apocî ya li Kurdistanê her ku diçe mezin dibe, bigire, polîtîkayên xwe yên darvekirin û asîmîlasyonê diomîne û got: “Ligel van rêbazên asîmîlasyonê, bi rêbaza darvekirinê ku ew jî yek ji rêbaza qirkirinê ye, dixwaze kurdan tune bike.
Ev komkujiya li dijî şoreşgerên gelê Kurdistanê, îlana şerê li dijî netewa kurd e.
Însîyatîfê bang li rejîma faşîzan ya Îranê kir ku bila bi biryarên mêtînger yên Lozan û Karsr-i ŞîrÎn Nêzî Rojhilat nebin û wiha pê de çû: “Em bang li hemû gelê kurd û mirovahiya pêşde çûyî dikin; bila dijî vê komkujiyê bê deng nemînin û li her derê bi serhildan û berxwedanan bersivê bidin vê komkujiyê. Yekane riya ku van polîtîkayan têk bibe eve ku şoreşa mezin a Kurdistanê pêk bînin.”