Însiyatîfa Gel a Amedê bang kir: Jiyanê bisekinînin
Însiyatîfa Gel a Amedê, bang li gel kir ku li dijî faşîzma AKP'ê dikanên xwe venekin û jiyanê bisekinînin.
Însiyatîfa Gel a Amedê, bang li gel kir ku li dijî faşîzma AKP'ê dikanên xwe venekin û jiyanê bisekinînin.
Însiyatîfa Gel a Amedê, li dijî pêkanînên qirkirinê û dagirkeriyê yên AKP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li gel kir.
Daxuyaniya însiyatîfê bi vî rengî ye:
"Polîtîkaya dagirkeriyê ya mêtîngeriya faşîst a AKP'ê li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. Êrîş li saziyên gelê me tê kirin, ku ev sazî bi xwîna gel hatine bidestxistin. Hevşaredar ku vîna gelên Kurdistanê ne tên girtin û dixwazin van saziyan bêkêr bikin. Li dijî qenaleke televîzyonê yan jî rojnameyekê ku dengê gel lê derkeve, bi helwesteke ne kêmî faşîzma Hîtler nêzîkatiyê nîşan didin. Di asta heyî de, ji bilî berxwedana topyekûn ku mafê herî rewa yê gelê me ye û dayîna bersiva pêwîst li mêtîngeriya faşîst, ti rê nemaye. Ev yek dikare 'faşîzma AK' qels bike.
Em careke din bang dikin, ku ji sibe û pê ve dikanên xwe bigirin, jiyanê bisekinînin û li ber mêtîngeriya faşîst rabin."