Îngilîstan: Êrîşa li dijî Sûriyê bêyî NY jî qanûnî ye
Îngilîstan: Êrîşa li dijî Sûriyê bêyî NY jî qanûnî ye
Îngilîstan: Êrîşa li dijî Sûriyê bêyî NY jî qanûnî ye
Hikûmeta Îngilîstanê der barê mijara destwerdana leşkerî ya li dijî Sûriyê de biryara xwe da. Li gorî hikûmeta Îngilîz bêyî biryara Neteweyên Yekbûyî, êrîşek li dijî rejîma Sûriyê qanûnî ye.
Hikûmeta Îngilîstanê ku bi îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî re serkêşiya destwerdana leşkerî li hemberî Sûriyê dike biryar da ku êrîşek li ser bingeha "destwerdana însanî" ya li dijî Sûriyê, rewa ye.
Bi vî rengî, li gorî hikûmeta Îngilîz, pêwistî bi biryareke Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî nîne.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji meqama Serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron hat dayîn de, li gorî nirxandina huqûqî ya Serdozgerê berê Dominic Grieve, destwerdaneke sînorkirî ya ji bo ji bikaranîna çekên kîmyewî vegerîne, li gorî huqûqa navneteweyî ye.
Serokwezîr Cameron beriya niha dabû xuyakirin ku agahiyên servîsên îstîxbaratê û dîmenên di medya sosyal de hatine weşandin nîşan didin ku der heqê bikaranîna çekên kîmyewî ya rejîma Esad de delîlên "pê bawer" hene û agahî û dîmenên mijara gotinê ji Serdozger Grieve re şandibû.
Di vê navberê de, li Parlamenta Îngilîstanê wê di saetên pêş de bi mijara destwerdana li Sûriyê rûniştek bê lidarxistin. Di rûniştinê de wê pêşniyara hikûmetê ya destwerdana leşkerî a di prensîbê de, ji dengdanê re bê vekirin.
Lîderê Partiya Karker a li Mûxalefetê Ed Mîlîband da xuyakirin ku divê parlamenter li ser "teqwîmeke sûnî" biryarê nede û li dijî pêşniyarê derket. Tê payîn Partiya Karker di dengdana îro de dengê dijber bikar bîne.
Eger hikûmet ji dengdana îro encamê negire, wê hefteya pêş jî pêşniyareke din a erka êrîşkirina Sûriyê dide, têxe dengdanê.