Independent: Tirkiyeyê hînê hefteya derbasbûyî rê da DAIŞ'iyan

Independent: Tirkiyeyê hînê hefteya derbasbûyî rê da DAIŞ'iyan

Nûçegihanê rojnameya The Independent ê Rojhilata Navîn Patrick Cockburn di nivîseke xwe de destnîşan kir ku Tirkiyeyê di hefteya derbasbûyî bi xwe de rê daye çeteyên DAIŞ'ê ji bo derbasî Sûriyeyê bibin. Cockburn da xuyakirin ku li pişt 'derengketina' alîkariya ji bo Kurdên li Kobanê di bin dorpêçiyê de ne, zexta Enqereyê heye.

Cockburn di nivîsa xwe ya bi sernavê 'Êrîşên hewayî têra pêşîgirtina li DAIŞ'ê nakin' de ev nirxandin kir:

DYA YA HEWLÊR 'RIZGAR KIR' ÇIMA LI KOBANÊ BÊDENG MA?

"Em bala xwe bidin êrîşa DAIŞ'ê ya li bakurê Sûriyeyê, li hemberî wargeha Kurdan Kobanê ya li ser sînorê Tirkiyeyê. Li dijî DAIŞ a xwedî çekên baştir e, 300 hezar Kurdên li ber xwe didin her diçin li qadeke biçûk cih li wan tê tengkirin. Hema bêje 200 hezar Kurdên Sûriyeyî reviyane aliyê Tirkiyeyê. DYA dikarîbû hêza xwe ya hewayî, ji her deverê bêtir li vir li dijî milîtanan bikar bianiya. Di rizgarkirina paytexta Kurdên li Iraqê Erbîl (Hewlêrê) ya meha Tebaxê de Amerîkayê bi êrîşên hewayî alîkarî dabû; çima heman tişt ji bo Kobanê nekir?

JI BO TIRKIYEYÊ ACIZ NEKE

Bi awayekî nayê fêmkirin, DYA hêza xwe ya hewayî heta duh, Kobanê ne di nav de li cihên din ên Sûriyeyê bikar anî. Rêxistinê li vir, bi tank û topên hawanê yên ji artêşên Iraq û Sûriyeyê bi dest xistiye, 64 gund dagir kir. Amerîkî çima bêdeng man? Diyare li pişt vê daxwaza aciznekirina Tirkiyeyê heye ku Tirkiye qet qîmetê nade Kantonên Kurd ên nîv-serbixwe yên 2,5 mîlyon Kurdên Sûriyeyê.

'HELWESTA BIKARANÎNA DAIŞ'Ê LI DIJÎ KURDAN DELÎLA HERÎ XURT E'

Helwesta Enqereyê, delîleke xurt e ku feydeya bikaranîna DAIŞ'ê li hemberî Kudan dîtiye. Nûçegihanên li aliyê Tirkiyeyê yê sînor dibêjin, li şûna Kurdên Tirkiyeyî yên dixwazin li dijî DAIŞ'ê şer bikin, milîtanên DAIŞ'ê re di hefteya derbasbûyî de bi hêsanî derbasî Sûriyeyê bûne û vegeriyane. Çavdêrekî li Tirkiyeyê vê pirsê dike: "Doktorên kesên di çalakiyên Parka Gezî de ji ber tundiyê birîndar bûn tedawî kirin çima ji sûcdariya 'alîkarîdayîna terorê' tên darizandin, lê belê milîtanên DAIŞ'ê yên birîndar ji bo bên tedawîkirin hînê tînin Tirkiyeyê?

HELWESTA POLÎS BI TENÊ JÎ DELÎLA TÊRKER E

Tevî hemû daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ên li dijî DAIŞ'ê ku di Civata Giştî ya NY ya li New Yorkê de kir, milîtanên DAIŞ'ê ji dewleta Tirkiyeyê toleransê dibînin. Di du xwepêşandanên li dû hev ên li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê, de helwesta polîsan vê yekê nîşan dide. Di wêneyê destpêkê yê vê xwepêşandanê de alîgirên DAIŞ'ê yên polîsan dest nedan wan, pankarteke dirêj a spî hildigirt. Di wêneyê duyemîn de jî di xwepêşandeke li heman kolanê ya rojek piştre de, komeke ku perwerdeya olî şermezar dikin, rastî lêdana polîsan tê.

‘QELSKIRINA KURDAN DI RÊZA SEREKE YA ROJEVA ERDOGAN DE CIH DIGIRE’

Ez nabêjim ku hikûmeta Tirkiyeyê bi DAIŞ'ê re di nava têkiliyeke gelekî germ de ye. Lê belê rizgariya ji Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad û qelskirina Kurdan mijarên sereke yên di rojeva Erdogan de cih digirin e."