Dekana Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Galatasaray Yasemîn Înceoglû got: “Medya, bi gotina nefretê ya nîjadperest, Li hember ‘ê din’ çalakiyan sor dike. Ev nefret xwe di qada civakî de bi teqînên wek lînc û veqetînan nîşan dide” û diyar kir ku medya û neteweperestî du têgînên ku bi hev du zeliqîne û medya di roja me de bûye çeka herî girîng a neteweperestiyê.
Dekana Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Galatasaray Yasemîn Înceoglû, sînorê di navbera gotina nefretê û azadiya ramanê, têkiliyên medya û nîjadperestiyê, rola medya ya di qutubbûna civakê de û zimanê cinsiyetperest, di şer de divê medya li ku derê cih bigire û sansûra li ser medya ji ANF’ê axivî.
MEDYA BÛYE ÇEKA HERÎ GIRÎNG A NÎJADPERESTIYÊ
Înceoglû diyar kir ku medya û neteweperestî du têgînên ku bi hev du zeliqîne û medya di roja me de bûye çeka herî girîng a nîjadperestiyê û wiha dewam kir: “Medyaya di belavkirina bîrdoziyên nîjadperest, bihêzkirina nasnameya neteweyî û çêkera cemaetê de rolekî girîng dilîze, ji aliyekî ve jî propagandaya gotinên nefretê û sûcên nefretê yên nîjadperest li ser yên din pêk tînin dike. Di vê nuqteyê de hin nivîskar, tora civakî û malper serê pêşengiya vê dikin.”
XIZMETÊ JI KOMEKÊ RE DIKE
Înceoglû anî ziman ku medya rastiyên îspatkirî nîşan nade û got: “Medya navgîna bîdozî ya çîna serwer e, ji lewra xizmeta komeke hilbijartiyan a serweran dike.”
Înceoglû têkildarî rola medya ya di qutubkirina civakê de jî got: “Medyaya serî li gotinên neyênî, henekpêkirin, dijûn, biçûkkirin û mubalaxa ku dide, komên ‘wekî din’ dike û dike ‘hedef’ wek tehdîda li hember ewlekariyê civakê ‘wek bihokên rîska potansiyal û yên tehdîtkar’ pêşkêş dike û dibe sedem ku ev kom xwe bêparastin hîs bikin.
Medya bi gotina nefreta nîjadperest li hember ‘yên din’ çalakiyan sor dike. Ev nefret xwe di qada civakî de bi teqînên wek lînc û veqetînan nîşan dide.
JIN TÊN BIÇÛKXISTIN
Înceoglû anî ziman ku medya di asta jor de zimanekî cinsiyetperest, bi pêşbiniyan tijî, bi kar tîne û got: “Jin tên biçûkxistin. Nûçe carinan bi terzê ‘heq kir’ tên hûnandin.”
Dekana Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Galatasaray Yasemîn Înceoglû herî dawî der barê sansûra li ser çapemeniyê jî wiha axivî: “Qedexeyên weşanê sansûr e. Bi vî awayî mafê agahî stendina raya giştî tê îxlalkirin.”