Înce û Duşerge wê li Bismilê bên defnkirin
Cenazeyên 2 ciwanên bi navê Şeyhmus Duşerge û Dogan Înce ku 6'ê Cotmehê ji hêla polîsan ve hatin qetilkirin, ji Amedê bi konvoyekê ber bi Bismîlê ve hatin rêkirin.

Cenazeyên 2 ciwanên bi navê Şehmûs Duşerge (18) û Dogan Înce (16) ên di gulebarandina polîsên taybet de 6'ê Cotmehê di "Qedexeya derketina kolanan" a navçeya Bismîl a Amedê de hatibûn qetilkirin, ji bo otopsiyê biribûn Saziya Adlî Tip a Meletî. Cenazeyên nedihat naskirin, piştî 9 rojan ji hêla malbatê ve hatin teşhîskirin, îro anîn morga Goristana Yenîkoy a Amedê. Li vir ji hêla sedan kesî ve bi dirûşma, "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin. Li goristanê piştî wecîbeyên olî, ji hêla ku Hevserokên Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê, Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Amedê Alî Şîmşek, nûnerên rêxistinên sivîl jî amade bûn gelek kesan ve ji bo li warê xwe bê definkirin ber bi Bismilê ve hat rêkirin.
Di dema wecîbeyên olî pêk dihat wesayîtên zirxî û wesayîta bi marqa Ford Ranger jî dora goristanê sekinîbûn.
Cenazeyên Duşerge û Înce wê li Bismilê bên definkirin.