Înce û Duşerge ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin

Cenazeyên Dogan Înce û Şehmuz Duşergê yên 6'ê Cotmehê hatin qetilkirin li Bismîlê bi beşdariya zêdetirî deh hezar kesan hatin definkirin.

Cenazeyên Dogan Înce û Şehmuz Duşergê yên 6'ê Cotmehê hatin qetilkirin li Bismîlê bi beşdariya zêdetirî deh hezar kesan hatin definkirin.

Cenazeyên Dogan Înce (16) û Şehmuz Duşergê (18) yên li navçeya Bismilê ya Amedê 6'ê Cotmehê dema qedexeya derketina derve ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin û anîn Bismilê. Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier, Hevşaredara Bismîlê Cemîle Emînoglu, hevserokên DBP, HDP û MEYA-DER'ê jî di nav de bi hezaran kesan cenazeyên Înce û Duşerge li rêya Amedê ya kevin pêşwazî kirin. Girseyê posterên Înce, Duşerge û Abdullah Sugucu û Bîlal Bozkurt ên bi wan re hatin qetilkirin rakirin û bi dirûşmên, "Şehîd namirin" "Bijî serok Apo" "PKK tolhildan" "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" meşiyan. Di rêya goristana TOKÎ'yê de hejmara girseyê deh hezar derbas bû. Li vir cenaze li ser milan birin goristanê û li cem gorên Surgucu û Bozkurt hatin definkirin.

Hevserokê MEYA-DER'ê yê Amedê Hasan Pence li vir axivî û got ku gelê Kurd di pêvajoyeke giran de derbas dibe lê gelê Kurd ti caran wê li dijî qetlîaman serê xwe netewîne. Pence wiha got: "PKK û gelê Kurd yek e. Gelê Kurd dixwaze xwe bi rê ve bibe. Ev mafê wî yê herî xwezayî ye. Divê li dijî êrîş û zilmê gelê Kurd têkoşîna xwe ya azadiyê xurtir bike."

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen jî bilêv kir ku yên li Rojava winda kirine îro êrîşî Kurdistanê dikin, li dijî êrîşan gelê Kurd berxwedaneke bi rûmet pêş dixe. Onen diyar kir ku qetlîama li Bismîlê hatiye kirin feraseta li Enqere û Pirsûsê ye.

Apê Înce, Nîzamettîn Înce jî ev tişt anî ziman: "Çeteyên Erdogan wê di xwîna me de bifetisin. Xwedê ti caran vê zilmê qebûl neke."

Apê Duşerge, Ramazan Duşergê jî hemû kes silav kir û wiha got: "Bila serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be. Bila serê girtiyên li zîndanan û gerîlayên serê çiya sax be."

Ji bo Înce û Duşerge wê li Mala Gel a Taxa Şentepeyê 3 rojan sersaxî bên qebûlkirin.