Îmrek: Emê aştiyê ji herêman bi rêxistin bikin
Îmrek: Emê aştiyê ji herêman bi rêxistin bikin
Îmrek: Emê aştiyê ji herêman bi rêxistin bikin
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDK’ê Ender Îmrek diyar kir ku Konferansa Aştî û Demokrasiyê li hemberî hikûmeta AKP’ê wek peyameke ‘pêvajoyê tenê tu nameşînî’ ye. Îmrek got konferans bi bandor û kelecaneke mezin derbas bûye û got: “Komîsyonên hatine avakirin dê demeke nêz de dest bi peywirên xwe bikin. Em hewl didin li Enqreyê konferansek duyemîn pêk bînin û planên me hene ku em PKK, Ocalan, Gul û Erdogan re hevdîtinan bikin.
Endamê Lijneya rêveberiya Navendî ya HDK’ê Ender Îmrek ku yek ji sazkarên konfernasa Aştî û Demokrastiyê ya di 25-26’ê Gulanê de pêk hat de axivî. Îmrek plan û komîsyonên hatin avakirn nirxand.
KARÊ KOMÎSYONAN
Îmrek diyar kir ku bi biryara konferansê re komîsyonên wekê ‘Komîsyona Edelet, rûhevhatin, û heqîqetê’, ‘ Komîsyona Makeqanûna nû, Paqjiya Rê û Hiqûqê’, ‘ Komîsyona siyaseta demokratîk û muzakereyên civakî’ hatin avakirin û di konferansê de heman demê hatin nîqaşkirin.
Îmrek wiha got: “Komîsyon dê ji herî kêm ji 9 kesan pêk bê lê dê derketin 15’an. Biryarek konferansê heye. Kesên dixwazin tevli komîsyonan bibin, yên tevli konferansê nebûne jî dikarin tevli komîsyonê bibin. Dîwan dê bang li komîsyonan bike û bê cem hev. Heman demê em bêjin komeke ji 40-45 kesî bi komîsyonan re hatine peywirdarkirin derketin. Ev jî dê nav xwe de komîsyonekê diyar bike. Ev koordînasyon heta konferansa duyemîn dê wek îradeya konferansê tevbigere. Her wiha dê ji bo konferansê bajaran û herêman jî bibe îrade. Her sê komîsyon jî dê li qada xwe xebatan, civînan pêk bînin.
KONFERANSA DUYEMÎN
Îmrek got ew difikirin li Enqreyê konferansek duyemîn pêk bînin û got: “Li herêman dê konferans pêk werin, lê fikra me ev eku em li Enqereyê konferansan pêk bînin. Em mijarê wekê em çi pêk bînin, çi pêk neynin, çi pêşve bibin, çi pêşve nebin nîqaş bikin.
Îmrek anî ziman ku konferansa li Enqreyê pêk hatiye hem di warê destpêkê de û hem jî di warê demê de xebateke gelek baş bû û coş û kelecan derbas bû. Îrmek diyar kir ku wek xebatên komîsyonên din, komîsyona siyaseta demokratîk û muzakreya civakî jî di konferansê de eleqeyeke mezin dîtiye.
CUDAHIYA KONFERANSÊ; ÎNŞAKIRINA TIŞTEKÎ NÛ…
Îmrek diyar kir ku di şerê Rojhilata Navîn û pirsigrêka kurd de di warê çareserkirina pirsgirêkak ur de danûstandina nêrînan dê di warêsiyaseta demokratîk de gelek girîng be. Îrmek wiha got: “Ligel serdestiyê gelek tiştên heyî, paradîgma diguhere, îflas dike. Hêzên civakî di vê pêvajoyê de divê piştgiriyê bidin têkoşîna kurdan. Konferansa Aştî û Demokrasiyê ji xebatên konferansên din cudaye. Ev konferans wek pêvajoya înşakirina tiştekî nû de derket holê.”
AŞTÎ DÊ DÊ JI HERÊMAN BÊ RÊXISTINKIRIN
Îmrek destnîşan kir kuk di encamnameya konferansê de peywira ‘Ji jêr berbi jor de rêxistinkirina têkoşîna aştiyê’ cih digire. Îmrek wiha got: “Yên HDK’ê rêxistinên wan yên meclisa hene. Lê hêj negihiştine asta xwe. Emê ji bo rêxistinbûna ji kolanan dest pê bikin, û dê bi meclisê kolanan, taxan, navçeyan xebatan bimeşînin. Ji gundan bigirin heta bajaran em mekanîzmayên xwe yên alternatîf biafirînin. Em neçarin tiştekî bişikînin. Piştî avabûna komara tirk, Kemalîzm bit eşe bû, dîsa dewlet, ol û laîsîzm, kategoriyên rastgir û çepgirtiyê karê serdesta hêsan kir. Em dixwazin vê xera bikin. Ev xebatên me dê ji bo vê bi fêde bin.”
HETA NIHA HEMÛ PÊNGAV JI ALIYÊ PKK’Ê VE HATIN AVÊTIN
Îmrek anî ziman ku der barê pêvajoya çareseriyê de heta niha PKK’ê pêngav avêtine û wiha hate gotin: “Tevgera kurd ji bo pêvajoyê û muzakreyan pêngav avêt. Lê hikûmetê ji bilî komîsyona Aqilmend û komîsyona çareseriyê ya TBMM’ê tiştek nekir. Her wiha em ji ber ku yek parlamentreke kurd di komÎsyonê de cih digire jî rexne dikin. Dîsa em rast nabînin ku Aqilmend raporên xwe pêşkêşî hikûmetê dike. Wekê ku ji hikûmetê berpirsên tevdigerin.”
HIKÛMET NEKARE JI PKK’Ê RE GOTINA BÊJE
Îmrek bi lêvkir ku hikûmetê hêj uslub û polîtîkayek rast negirtiye û got: “Hêviya min eve piştî konferansê guherîn di uslub û zimanê hikûmetê de çêbibe. Gotina ‘rêxistina terorê’ derbasnekirina hewldanê qanûnî a qeydkirinê fikaran zêde dike. Di konferansê de hat gotin ku divê serokwezîr û wezîr usluba xwe biguherin. Hikûmet ji bo pêvajoyê dibêje ‘Ez dikim, ez pêşve dibim.’ Lê em ji aliyê muxalefetê ve wisa nayê dîtin. Her wiha ger hikûmet makeqanûna nû tune bi hesibîne, pêvajoyê bi makeqanûnê neke bin ewlehiyê em dê mudaxaleyê hikûmetê bikin.
BI OCALAN, PKK, ERDOGAN Û GUL RE HEVDÎTIN..
Îmrek diyar kir ku dê bi Erdogan û Gul re hevdîtinan bike û wiha pê de çû: “Komîsyonên hatin avakirin dê bi ji Erdogan û Gul daxwaza hevdîtinê bike. Her wiha dê bi PKK û Ocalan re jî bike.”
Îmrek wiha dawî li axaftina xwe anî: “AKP ne hikûmeteke demokrate. Netewperet û muhafazakare. Der barê Rojhilata Navîn de hinek planên wan hene. Lê planên wan pê nagire. Pêngavên di mijara pirsgirêka kurdan de avêtine bi hewldana kurdan avêtine. Ajandayeke AKP’ê heye, lê li hemberî vê gel hene.”