ILO: Bêkariya li cîhanê dê kêm nebe
ILO: Bêkariya li cîhanê dê kêm nebe
ILO: Bêkariya li cîhanê dê kêm nebe
Mudirê Giştî yê Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) Guy Ryder da xuyakirin ku rêjeya bêkariyê ya li gelemperiya cîhanê dê li asta bilind bimîne û bang li lîderên G20 kir ku di civîna xwe ya bilind a meha Îlonê de bi giranî li ser mijara kar rawestin.
Mudirê Giştî yê Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) Guy Ryder li bajarê Swîsre Cenewreyê derket pêşberî çapemeniyê û diyar kir ku rêjeya bêkariya îsal a li gelemperiya cîhanê, sînorê 200 milyonî derbas kiriye. Ryder got, "Li gorî pêşdîtinên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî, hejmara bêkariyê wê di sala pêş de jî zêde bibe û bigihêje 208 milyonî." Li gorî Ryder, bi tenê li welatên G20'an 93 milyon kes bêkar in.
Mudirê ILO got, "Ti nîşane tineye ku di asta global de bêkarî kêm bibe. Berevajî, di şert û mercên heyî de tê payîn, bêkarî di sala pêş de zêdetir bibe."
Ryder da xuyakirin ku ev rewş ne bexteke û got, "Hin welatan, ji bo afirandina qadên kar însiyatîf girtin ser milê xwe. Li St. Petersburgê, welatên G20'an wê bi ezmûneke baweriyê re rû bi rû bimînin." Ryder ji civîna bilind a G20'an ku wê di 5 û 6'ê îlonê de pêk were xwest, ji bo baweriyê bide cîhana kar sînyalên aşkera nîşan bide.
Mudirê ILO ku wê bi xwe jî tevlî xebatên G20'an bibe got, "Perspektîf ne baş in. Divê rêveberên G20'an giraniyê bidin krîza kar a global."
Ryder da xuyakirin ku tevî di ser destpêkirina krîza aborî re pênc sal derbas bûne jî, bankayên navendî bi polîtîkayên xwe yên pere re têrker nînin anî ziman ku her çend li hin welatên di warê pişesaziyê de bi pêş ketine zindîbûneke aborî ya kêm xwe dide der jî, ev têra guhertina vê rewşa neyînî ya bêkariyê nake.
Guy Ryder her weha cesaret da hin hikûmetên ku li dijî bêkariyê tedbîr stendine. Ryder da xuyakirin ku plana Rûsyayê ya ji bo afirandina cihê kar ê ji bo 25 milyonî, bernameyên Hîndîstan û Efrîka Başûr ên li sektora gelemperiyê û biryarên Yekitiya Ewropayê yên ji bo ciwanên bêkar, tedbîrên girîng ên li dijî bêkariyê ne.