Îkram Mîhyaz di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn
Îkram Mîhyaz di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn
Îkram Mîhyaz di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn
Damezrîner û Serokê Rûmetdariyê yê Tum Bel-Sen Îkram Mîhyaz di 19’emîn salvegera xwe şehadeta xwe de hat bîranîn. Mîhyaz berî niha bi 19 salan ji aliyê kontrayan ve hatibû qetilkirin.
Damezrîner û Serokê Rûmetdariyê yê Tum Bel-Sen Îkram Mîhyaz di ku 4’ê Tîrmeha sala 1994’an de ji aliyê kontrayan ve hatibû revandin û paşê hatibû qetilkirin di 19’emîn salvegera şehadeta xwe de li avahiya Şaxa 2 a Tum Bel-Sen hat bîranîn. Piştî bîranîna li avahiyê bîranînek jî li Goristana Buca hat lidarxistin. Di bîranînê de hevsera Îkram Mîhyaz Azîze Mîhyaz, Serokê Şaxa 2 a Îzmîrê ya Tum Bel-Sen Aygun Ogrendî, Endamê Desteya Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan Ahmet Alagoz û hevalên wî yên têkoşînê beşdar bûn.
Di bîranînê de Sekreterê Şaxa 2 ya Tum Bel-Sen Zulkuf Palut axaftinek kir.
Palût di axaftina xwe de destnîşan kir ku Îkram Mîhyaz wek lîderekî, têkoşîneke bêtawîz pêş xistiye, bi sekna xwe ya fedakar, jîr û têkoşer girseyan jê hez kirine û rêz jêre girtine.