Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê biboneya 34’mîn salvegera Komkujiya Gurgumê daxuyaniyek da û da diyarkirin ku, komkujî sûcê mirovahiyê ye û xwest berpirsyar bêne ceza kirin.
Şaxa ÎHD’a Stenbolê têkildarî 34’mîn salvegera Komkujiya Gurgumê daxuyaniyekî nivîskî da û destnîşan kir ku, komkujiya Gurgumê sûcek yê mirovahiyê ye.
Di daxuyaniya ku bîlançoya komkujiy Gurgumê ji 19’ê Kanûna 1978’an destpêkir û heya 24’ê Kanûna 1978’an dom kir bibîrxist û got; “Em dê tucaran destûr nedin ku sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin bidin ji bîr kirin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, bûyerên wekî Çorûm, şewitandin û valekirina gundan, kuştinên kiryar nediyar, komkujiyên li girtîgehan û komkujiyên weke Sêwasê ku sûcê mirovahiyê ne, “ji ber sedema polîtîkayên necezakirinê” nehatine zelalkirin û xwest dewlet belgeyên veşarî aşkera bike.
Şaxa ÎHD’a Stenbolê destnîşan kir ku, ew li gel civaka Elewî ku bi dirêjahiya dîrokê ve rastî zext û zilmê, her wiha li gel tevayî kesimên tên perçiqandinin. Şaxa ÎHD’a Stenbolê da zanîn ku, “ Heta ku bi rastiyan re rûbirû nebin, heta kiryarên komkujiyan neyên zelalkirin, negengaze mirov behsa mafê mirovan û demokrasiyê bike.”