ÎHD: Ji mirinê, ji neheqiyê re na!

ÎHD: Ji mirinê, ji neheqiyê re na!

Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxuyaniyeke nivîskî bang kir ku li her deverê li dijî zilmê têkoşîn were dayîn.

ÎHD'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Ji mirin, ji neheqiyê re na, ji jiyan û azadiyê re erê."

ÎHD'ê bibîr xist, ku di encama êrişa polêsan a li protestoyan de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar bûn û bi dehan kesan jî çavên xwe wenda kirine û got, "Hukûmet û Serokwezîr ku ji jiyan û tenduristiya mirovan nabîne, bêyî ku ji mirin û birîndarbûnan xemgîn bibe, gefên ku dikarin rê li ber wendahiyên nû yên jiyana mirovan vekin, li gel dixun."

ÎHD'ê da xuyakirin ku Serokwezîr gava bîlançoya bûyeran tîne ziman bi tenê behsa zerar madî, wesaîtên hatine şewitandin û camên hatine şikandin dike û der heqê dauxyaniya Erdogan de got, "Canên hatine kuştin, mirovên kor bûne, yên seqet mane, yên li ber mirinê ne û 4345 birîndarên ji aliyê Odeya Tabîban a Stenbolê ve hatiye eşkerekirin, ji bo hukûmet û Serokwezîr ne girîng e."

ÎHD'ê ragihand ku bawerî bi wicdanê Serokwezîr û endamên din ên hukûmetê nayê û bibîr xist, ku kujerên mirovên di 28'ê Adara sala 2006'an de li Amedê di çalakiyan de ji aliyê polêsan ve hatin kuştin, hînê nehatine pêşberî dadgeriyê.

ÎHD'ê got, "Bîlançoya hukûmetê ya hikumdaran ne xema me ye. Em naxwazin mirovekî me jî seqet bimîne û azadiyê dixwazin. Dibe ku hûn li ser AVM, TOMA'yên xwe bilorînin. Ev me, mirovahiyê eleqedar nake."