ÎHD: Ji girtîgehan her hefte 5 darbest derdikevin

ÎHD: Ji girtîgehan her hefte 5 darbest derdikevin

ÎHD'ê bi wesîleya salvegera komkujiya bi navê 'Vegera li jiyanê' bal kişand ser polîtîkaya heyî ya girtîgehan ûn binpêkirinên sala 2013'an ragihand. Di rapora ÎHD'ê de hat diyarkirin ku di rewşa niha de 140 hezar û 520 girtî li girtîgehan hene û di 7 salên dawî de ev hejmar 2,4 qat zêde bûye. Di raporê de hat gotin ku di nava 9 mehên dawî de 500 kes rastî îşkence û pêkanînên xirab hatine û bal hat kişandin ser daneyên Wezareta Edaletê. Di raporê de hat gotin, "Her hefte ji girtîngehan 5 darbest derdikevin", 435 girtî hatine sirgûnkirin û 163 jê giran 544 girtiyên nexweş hene. Di beşa dawî ya raporê de jî daxwaz hatin rêzkirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi wesîleya salvegera komkujiya li girtîgehan a 19'ê Kanûna 2000'î de raporek amade kir û bal kişand ser dewamkirina binpêkirina mafan.

ÎHD'ê diyar kir ku Tirkiye di mijara girtîgehan de xwedî paşerojeke tarî ye û binpêkirinên mafan ji demên bihurî zêdetir bûne.

Di raporê de hat bibîrxistin ku di 19'ê Kanûna 2000 de li 20 girtîgehan operasyon hatine lidarxistin û du jê leşker 32 mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan mirov birîndar bûne û hatine şewitandin. 

ÎHD'ê bi wesîleya Komkujiya 19'ê Kanûnê rewşa heyî ya li girtîgehan bi raya giştî re parvekir û anî ziman ku li Tirkiyê 328 jê girtî bi giştî 377 girtîgeh hene û bibîr xist ku Wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn diyar kiriye ku di nava 5 salan de wê 153 girtîgehên nû werin çêkirin. ÎHD'ê da xuyakirin ku ji van xebatên çêkirina 41'an dewam dikin û bi vê yekê re wê cih ji 106 hezar û 831 kesên din re were vekirin. ÎHD'ê da zanîn ku kapasîteya giştî ya girtîgehan di sala 2013'an de 145 hezar e, di sala 2014'an de wê 172 hezar, di sala 2015'an de 185 hezar, di sala 2016'an de 192 hezar, di sala 2017'an de jî 215 hezar be.

'HEJMARA GIRTIYAN DI NAVA 7 SALÊN DAWÎ DE 2,5 QATAN ZÊDE BÛ'

ÎHD'ê di rapora xwe de hejmara girtiyan a di demên desthilatdariya AKP'ê de sal bi sal wiha rêz kir:

"Sala 2002: 59 hezar û 187
Sala 2003: 64 hezar û 296
Sala 2004: 57 hezar û 930
Sala 2005: 55 hezar û 870
Sala 2006: 70 hezar û 477
Sala 2007: 90 hezar û 837
Sala 2008: 103 hezar û 296
Sala 2009: 116 hezar û 340
Sala 2010: 120 hezar û 814
Sala 2011: 122 hezar û 42
Sala 2012: 125 hezar û 100
Sala 2013: 140 hezar û 520"

Di raporê de hat ragihandin ku bi tenê di nava 7 salên dawî de nifûsa li girtîgehan 2,5 qat zêde bûye û hat destnîşankirin ku li Tirkiyê girtin, cezayekî ku gelekî zêde tê bikaranîn e. 

ÎHD'ê di rapora xwe de diyar kir ku sala 2013'an sala îşkence û pêkanînên xirab e û destnîşan kir ku di 9 mehên destpêkê yên vê salê de 544 kes li îşkence û pêkanînên xirab rast hatine.

Di raporê de cih ji rewşa tenduristiyê ya li girtîgehan re jî hat veqetandin û hat destnîşankirin ku li gorî daxuyaniya 3-4'ê Cotmeha 2013'an a Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê, li girtîgehan 163 jê rewşa giran 544 nexweş hene. Di raporê de hat gotin ku li gorî daneyên Wezareta Edaletê di sala 2013'an de 14 kes dema li benda raporê bûn jiyana xwe ji dest dane û ji 10 serlêdêran re bi tenê bersiv ji kesekî re hatiye dayîn. Hat diyarkirin ku ji 460 serlêdêran re ji 417 kesan re bersiva red hatiye dayîn.

'HER HEFTE 5 DARBEST!'

Di raporê de cih ji van xalan re hat dayîn:

"Li gorî danaeyên Wezareta Edaletê, di sala 2010'an de 252, di sala 2011'an de 268, di sala 2012'an de 260 mahpûsan jiyana xwe ji dest dane. Yanî ji girtîgehên Tirkiyê her hefteyê 5 darbest derdikevin.

Şert û mercên tecrîdê yên li girtîgehên Tîpa F, gefê li ruh û bedena girtî û hikumxwaran dixwin. 

MAHPÛSÊN NEXWEŞ

Daxwazên der heqê mahpûsên nexweş ên li girtîgehan de, bi 10 xalan wiha hatin rêzkirin:

"* Di prosedura rakirina ceza ya bi efûya taybet a Serokkomariyê de, guhertin werin kirin. 

* Li gorî benda 3. a xala 16. a Qanûna Înfazê ya bi hejmara 5275'an, pêkanîna ku raporên saziyên tenduristiyê neçarî erêkirina Saziya Tipa Edlî dihêle, bê rakirin.

* Tevî ku di Çileyê de di xala 16. a Qanûna Înfazê ya bi hejamara 5275'an de guhertin hat kirin jî, Dozgerên Komarê xwedî erkek zêde ne, lewma girtiyên nexweş ên divê werin berdan jî, ji aliyê dozgeran ve nayên berdan. Divê ev krîter were rakirin.

* Pêwîste yekedestiya pêzan a fermî ya Saziya Tipa Edlî bê rakirin.

* Divê Wezareta Edaletê tavilê li girtîgehan nexweşxane û revîran çê bike û pêwistiya personelan (doktorên pispor) tedarik bike.

* Pêkanînên tecrîdê yên bi taybetî bi girtîgehên Tîpa F re zêde bûn, divê werin bidawîkirin.

* Li girtîgehan pêwîste derfetên xwarin, derketina hewşê û sporê werin başkirin û bi vî rengî alîkarî ji parastina tenduristiya ruh û bedenê mahpûsan re bê dayîn.

* Di qanûna bi hejmara 5275'an de divê hikmê ku di înfaza ceza de cihêkariyê dixe navbera edlî-siyasiyan û înfazeke giran li ser siyasiyan ferz dike, bi temamî bê rakirin.

* Li gorî protokolan hilbijartinê ya Peymana li dijî Îşkenceyê ku ji aliyê Meclîsa Tirkiyê ve hat erêkirin, navgîna pêşîgirtinê ya neteweyî ya ji saziyên civakî yên sivîl û rêxistinên civakî yên demokratîk bê avakirin da ku girtîgeh bi berfirehî werin kontrolkirin.

* Heta ku şert û mercên tenduristiyê yên li girtîgehan werin sererastkirin, divê Wezareta Edaletê tavilê girtiyên nexweş di kontrolê re derbas bike û qeyda wan çê bike.

345 GIRTÎ HATIN SIRGÛNKIRIN

Di rapora ÎHD'ê de hat destnîşakirin ku di salên dawî de yek ji binpêkirinên mafan ên derket pêş, veguhastin û sirgûnên bi zorê ye. Di raporê de hat ragihandin ku piştî bûyera fîrarê ya ji Girtîgehên li Çewlikê, rayedar ketine nava hewldaneke tolhildana ji mahpûsên Kurd û ev agahî hat dayîn:

"Li gorî daneyên 19.12.2013 ên Komîsyona me ya girtîgehê, di navbera demên 23.09.2013 - 19.12.2013'an de ji girtîgehên Çewlik, Mûş, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Amed û Edîrneyê, 345 girtî sirgûnî girtîgehên Tekîrdag, Bandirma, Edîrne û Sîlîvrî hatine kirin. Piraniya girtiyên hatine sirgûnkirin herî kêm 1648 km dûrî malbatên xwe ne. Ji ber pirsgirêkên aboriyê yên malbatan, dikare were gotin ku têkiliya van girtiyan bi malbatan re bi temamî qut bûye." Di raporê de her wiha bal hat kişandin ser zêdebûna îşkenceya li girtiyên zarok ên li girtîgehan.