ÎHD: Hejmara girtiyên li girtîgehan û zexta li wan zêde dibe

ÎHD'ê ragihand, binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan gelekî zêde bûye û li gorî daneyên ne zelal, hejmara girtiyan ji 170-180 hezarî piştî rewşa Awarte gihîştiye 195 hezarî.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya ÎHD'ê,i bi wesîleya 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, li ber Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Endama Komîsyonê Hatîce Onaran li vir axivî û diyar kir, sîstem êrîşî daxwazên herî demokratîk dike û hewl dide hemû têkoşeran bêdeng bike.

GIHÎŞT 195 HEZARÎ

Onaran da xuyakirin, ku li gorî daxuyaniyên Wezareta Edaletê li Tirkiyeyê bi giştî 372 girtîgeh hene û li gorî daneyên ne zelal 170-180 hezar girtî û hikumxwar li van girtîgehan hebûn. Onaran destnîşan kir, ku ev hejmar piştî Rewşa Awarte gihîştiye 215 hezarî û piştî berdana 30 hezar girtiyên edlî, bûye 195 hezar.

BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN

Di daxuyaniya çapemeniyê de li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehê jî agahî hatin dayîn:

-Mafê dermankirinê: Ji ber dayîn xwarinên neçê yên li hemû girtîgehan, piraniya girtî bi nexweşiya mîdê ketine.

-Xwarin û paqijî: Li hucreyên 3 kesan, 6-7 kes tên girtin. Ji ber ku xwarina ji bo sê kesan tê dayîn û mase nînin, xwarin bi kêmanî li erdê tê xwarin û ev yek jî pirsgirêka paqijiyê bi xwe re tîne.

-Sirgûn û sewq: Sewq û sirgûn piştî ragihandina Rewşa Awarte êdî bûye karekî rojane. Li girtîgehên girtî tên sirgûnkirin, îşkenceya lêgerîna bi zorê ya tazî li girtiyan tê ferzkirin û îşkence li girtiyên li ber vê radibin tê kirin.