ÎHD'ê dijwariya polêsan a li dijî jinê şermezar kir

ÎHD'ê dijwariya polêsan a li dijî jinê şermezar kir

Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) şaxê Stenbolê, êrişa polêsan a li dijî jinên xwestin ber bi Taksîmê ve bimeşin, şermezar kir.

Komîsyona Jinan a ÎHD'ê der heqê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist ku di 28'ê Gulanê de Meclîsên Jinan ên ESP/Sosyalîst, SDP, EHP, Komeleya Jinan a Keskesor, Kolektîfa Feminîst a Sosyalîst, Jina Demokrat a Nû, Jinên Ciwan û endamên Komeleya Jinên Pêşverû xwestin ji Galatasarayê bimeşin Taksîmê, lê li êrişa polêsan rast hatin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku jinên bi şiyara "Jin aştiyê dixwazin" dimeşiyan li êrişa bi gazên îsotê ras hatine.

Komîsyona Jinan da xuyakirin ku mafê meş û xwepêşandanan mafê herî xwezayî ye û nabe were astengkirin û got, "Em hemû zext û zordariyên nahêlin jin mafên xwe yên xwezayî bikar bînin, şermezar dikin."

Komîsyonê her weha der heqên hinceta ji qedexekirinê hat nîşandan jî got, "Dewlet-AKP dixwaze di bin navê guherîna bajêr de, hemû bajêr li gorî berjewendiyên xwe yên polîtîk û aborî jinûve ava bike."