ÎHD’ê daxwaza vekirina korîdora jiyanê kir
ÎHD’ê daxwaza vekirina korîdora jiyanê kir
ÎHD’ê daxwaza vekirina korîdora jiyanê kir
Endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê ku her êvar saet 19.00’an li Taxa Mîs ji bo Kobanê nobeta jiyan û aştiyê pêk tînin, îro heftemîn car hatin cem hev.
Endamên ÎHD’ê Şaxa Stenbolê 7 roj in ji bo Kobanê nobeta jiyan û aştiyê pêk tînin, xwestin tavilê korîdora jiyanê bê vekirin. Parêzvanên mafê mirovan ên li gel feneran pankarta, “Ji bo Kobanê nobeta jiyan û aştiyê” li Taxa Mîs a Beyoglu rûniştin, bi yek dengî bang li hikûmetê kirin ku li hember komkujiyê bêdeng nemîne.
Di nobetê de dowîzên, “DAIŞ çeteyeke li hember mirovatiyê”, “Bila statuya siyasî ya Rojava bê naskirin” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Abdulbakî Boga yê li hemberî helwesta dewleta Tirk a li dijî Kobanê diyar kiribû ku wê her daxuyaniyê bi Kurdî bide axivî. Boga bi bîr xist ku berxwedana Kobanê têkoşîna mirovatiyê ya li hember hovîtiyê ye.
Boga hişyariya, “Helwesta xwe winda bike tê winda bikî” li AKP’ê kir û xwest ji Kobanê re tavilê korîdora jiyanê bê vekirin.