ÎHD: Dora mirinê ya kê ye?

ÎHD: Dora mirinê ya kê ye?

Komeleya Mafên Mirovan der heqê kuştina Alî Îsmaîl Korkmaz de bal kişand ser cezanekirina kujeran û pirsa "Gelo dora mirinê ya kê ye?" kir.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) der heqê bûyera kuştina Alî Îsmaîl Korkmaz (19) ê ji aliyê komeke polîsan ve, daxuyaniyeke nivîskî bi sernavê "Dora mirinê ya kê ye?" weşand.

ÎHD'ê da xuyakirin ku mîna gelek bûyerên mîna vê, kuştina Alî Îsmaîl Korkmaz jî hewl tê dayîn ser bê nixumandin û got, "Yên Korkmaz kuştibe, nasnameya wî-wan diyar be wê çi bibe? Polîsê Ethem Sarisuluk kuşt, nasnameya wî diyar e û niha serbest e."

ÎHD'ê di daxuyaniya xwe de xwest, ên fermana van kiryarên dijmirovahiyê dane, yên çavên xwe li van bûyeran digirin, yên li beramberî mirinan li dû mal û milkên xwe dikevin û yên çavên xwe li mirinan digirin, divê dest ji wezîfeya xwe berdin. 

ÎHD'ê destnîşan kir ku parêzvanên mafên mirovan wê her tim li dijî her şêweyên zilm û kiryarên dijmirovahiyê derkevin.